Endamê YPS’ê Kulter hate definkirin
Endamê YPS’ê Abdûllah Kulter ê di berxwedana xwerêveberiya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Avgamasiya hate definkirin.
Endamê YPS’ê Abdûllah Kulter ê di berxwedana xwerêveberiya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Avgamasiya hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPS'ê Abdullah Kulter ê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê spartin axê. Xwişka wî Akîde Kulter a ku kêlên gora birayê xwe maçî kir bi gotinên "Çawa cegera min şewitî bila ya Erdogan jî bişewite" hêrsa xwe anî ziman.
Şervanê YPS'ê Abdullah Kulter ê ku di berxwedana xwerêveberiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, îro spartin axê. Cenazeyê ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate wergirtin anîn gundê Avgamasiya ya nêzî bajêr û bi sedan welatî tevlî merasîma cenazeyê bûn. Cenazeyê Kulter piştî wecîbeyên olî li ser milan anîn goristana gund. Cenazeyê Kulter li vir di nav duayan da spartin axê.
Piştî merasîmê, jinên ku çûn ser gora Kulter, ax û kêlên gorê maçî kirin, lorandin. Xwişka Kulter, Akîde Kulter a ku xwe avêt ser gora birayê xwe bi gotinên "Birayê min, ez bêkes mam. Çawa cegera min şewitî bila ya Erdogan jî bişewite" her kesî da girînê.
Ji malbata Kulter, Saît, Hedîye û Şivan Kulter jî di berxwedana xwerêveriyê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn.