'Heqîqeta şehîdan rêya misoger a serketinê ye'
Gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku ew ê bibin şopdarên şehîdên meha Gulanê û di şexsê Heqî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê bibîr anîn.
Gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku ew ê bibin şopdarên şehîdên meha Gulanê û di şexsê Heqî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê bibîr anîn.
Gerîlayên HPG’ê û YJA Star’ê li ser girîngiya meha Gulanê nêrînên xwe ji ajansa me ANF’re anîne ziman. Gerîlayan anîn ziman ku ew ê bibin şopdarên şehîdên meha Gulanê û di şexsê Heqî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê bibîr anîn.
'RÊYA WAN RÊYA ME YE'
Gerîlayê bi navê Dilovan Rojhilat bibîr xist, ku di meha Gulanê de yek ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Heqî Karer bi komployekê bi destê Stêrka Sor jiyana xwe dest daye. Rojhilat gotina 'Ew ruhê min ê veşartî ye' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Heqî Karer bilêv kir bibîr xist û got, "Şehîd Heqî Karer ji bo me sembola fedakariyê ye. Ji bo ku em jî bibin şopdarê jiyana wan em hewl didin." Rojhilat di axaftina xwe de behsa pêvajoya heyî jî kir û got "Ew firsenda ketî destê AKP'ê ji aliyê wê ve nehat nirxandin û pêvajoya çareseriyê xera kir. Li hemberê vê yekê, gelê Kurdistanê dest bi berxwedaneke mezin kir. Weke gerîlayên Serokatî em ê li cem gelê xwe bin û serketinê bilind bikin. Êrîşên li Bakurê Kurdistanê li ser gelê me çêdibin em bê bersiv nahêlin û em ê şopdarên şehîdên azadiya Kurdistanê bibin. Em dibêjin rêya wan rêya me ye."
Gerîla Mahabat Gabar di axaftinên xwe de bibîr xist ku di meha Gulanê de komkujiya Hewlêrê rû da û kesên ku di komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe dest dane bibîr anî. Gerîlaya YJA Starê Mahabat axaftina xwe wiha domand: "Meha Gulanê ji bo me meheke bi wate ye. Di vê mehê de şahadetên çêbûyî em ji bo xwe weke meşaleyekê dibînin. Pêşengê me şehîd Heqî Karer di vê mehê de, bi komployekê şehît xistin. Wekî din şehîd Mizgîn di vê mehê de şehit bûye. Û Leyla Qasim jî ji aliyê rejîma Baas ve hatiye darvekirin. Şehadeta van hevalan ji bo me tê wateya bilindkirina têkoşînê. Ez jî weke jinekê di vê rêyê de me û şehîdan bibîr tînim."
'WERIN EM KURDISTANÊ JI NÛ VE ŞÎN BIKIN'
Mahabat Gabar qala gerîlaya gerîla Hozan Mizgîn a Gulana sala 1992'an de jiyana xwe ji dest da kir û diyar kir, ew di tekoşîna azadiya Kurdistanê de, wek modelek jina azad bû. Gabar got, "Şehîd Mizgîn hem ji aliyê hunerê ve, hem ji aliyê leşkeriyê ve û hem jî di aliyê xebatên civakî de, pêşengtiyek mezin ji me re kir. Li hemû qadên berxwedanê cih girt û kar kir. Ew ji bo me mînakek mezin e. Wekî din şehîd Heqî Karer ji bo têkoşîna bi hev re ya gelê Kurd û Tirk wek pirekê bû. Di dema herî zor û zehmet de, li Kurdistanê kar kir. Îro jî bi hezaran kes li qadên berxwedanê têdikoşin. Têkoşîna derkete holê gelê Kurd û Tirk bi hev re dimeşînin. Pêwîste ev tekoşîn hîn zêdetir bibe. Ji ber ku tenê bi yekgirtinek wisa ve em dikarin serketinê destbixin."
Gabar da xuyakirin, ku ew jî wek gerîlayên li serê çiyê, têkoşîna xwe mezin bikin û heya dilopa dawî ya xwîna xwe ew ê şer bikin. Gabar di dawiya axaftina xwe de banga bilindkirina têkoşînê li hemû gelan, i taybetî li jin û ciwanan kir. Gabar got, "Ez di merheleyek wiha de gazî li hemû ciwanan û gelan dikim. Ku di vê demê de, li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin û têkoşînê bilind bikin. Ez dibêjim ji bo ku 1925, 1938 dubare nebin werin em Kurdistanê ji nû ve şîn bikin. Em ji bo Kurdistanek azad û Tirkiyeyek demokratik destê xwe bidin hev."
'EM Ê MEHA GULANÊ BIKIN MEHA TOLHILDANÊ'
Gerîlayê bi navê Adil Bawer jî têkildarî meha Gulanê hestên xwe anîn ziman û got: "Wek tê zanîn meha Gulanê meheke şehîdan e. Di vê mehê de pêşengê me heval Heqî Karer jiyana xwe dest daye. Ew yek ji hevrêyên herî zêde nêzî Serok APO’ bû. Lewma ji me jî wateyeke xwe ya mezin heye. Ji bo ku em vê tekoşînê bi ser bixin pêwîstiya me hemûyan heye ku em li ser şopa van şehîdan bimeşin."
Adil Bawer behsa girîngiya sala 2016’an jî kir û da zanîn, ku ew ê meha Gulanê bikin meha tolhildana gelên berxwedêr. Bawer wisa dom kir: "Sala 2016’an ji bo tevgera azadiya Kurdistanê saleke girîng e. Îro berxwedanek dîrokî tê meşandin. Li ser gelê me êrîşên hovane tên kirin. Em jî dixwazin van êrîşên li hemberî gel biqedînin. Ji bo wê jî em ê têkoşînek mezin bidin. Em ê vê mehê bikin meha tolhildanê. Ji me hemûyan ev tê xwestin. Em ê sala 2016’an bikin sala serketinê, sala rizgarkirina Serok APO."
'HOZAN MIZGÎN JI HER ALÎ VE MÎNAKA ŞOREŞGERTIYÊ BÛ'
Gerîlayê bi navê Mervan Amed jî da xuyakirin, ku gerîlaya di vê mehê de jiyana xwe dest dayî Hozan Mîzgîn ji aliyê jiyanê ve mînaka şoreşgertiyê bû û got, "Şehîdên me yên pêşeng Hozan Mîzgîn, Heqî Karer û hemû şehîdên meha Gulanê em bibîrtînin. Em soza tekoşînê dubare dikin. Şehîd Mîzgîn dide nîşandan ku gerîlla dikare di her karî de cih bigire û serketî be. Şehîdên me yên ala azadiyê dan ser milê xwe û heya astekê anîn, em jî ala wan dewr digirin û em ê bigihijin serketinê. Eger îro serketinek hebe bi saya wan hevalan e. Em ê jî xwedî li keda van hevalan derbikevin û sala 2016 bikin sala serketinê."
'XWEDÎDERKETINA LI TÊKOŞÎNA DENÎZ Û HEQIYAN ERK E'
Gerîlayê bi navê Mehsûm jî anî ziman ku meha Gulanê ruhekî berxwedêr dide wan û got, "Berxwedêrên di meha Gulanê de, li zîndana Amedê bedena xwe dan ber agir, li hemberî faşîzma 12 Îlonê bersivek herî mezin bû. Şahadetên meha Gulanê, peyama armanca berdewamkirina tekoşînê dide me. Bi ruhê ku me ji van hevalan girtî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û êrîşên li ser gelê me çêdibin em ê bi vî ruhî bibersivînin."
Gerîlayê bi navê Hemze da xuyakirin, ku di 6 Gulanê de, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Yûsûf Înan jiyana xwe dest daye û ev nirxandin kir: "Ev meh meheke herî mezin a ku şehadetên şoreşgerî rû dane. Di vê mehê de Hevalê Heqî Karer ji aliyê Stêrka Sor ve tê şehît xistin. Eger PKK wek ked îfade dibîne bi saya hevalê Heqî ye. Serok APO ji bo wî wek kesayetek 'Serok' digot. Em dikarin ji jiyana hevalê Heqî bizanin ku ka PKK çiqas nirx dide kedê. Pêwîste em di vê demê de, zêdetir girîngî bidin partîbûyînê. Pêwîste şoreşgerên Tirk jî xwedî li vê tekoşînê hîn zêdetir derbikevin. Ji ber ku bi tenê yekgirtina gelê Kurd û Tirk wê azadiya herdu gelan çêbibe. Peyama meha Gulanê ev e. Polîtîka dewleta AKP’ê ya vê dem ê jî tinekirin û qedandin e. Îro pêwiste em têkoşîna li qadên Bakur tê kirin, ji xwe re bikin sembol û bi hevre vê têkoşînê bi serbixin. Tenê bi vî şewazî em dikarin êrîşan berteref bikin."