Li Şemzînanê tevgera balafirên şer

Li Şemzînana piştî teqîna ku herî kêm 4 leşker hatin kuştin, tevgera balefiran şer hene.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî di navbera gundên Betkar û Bezeno de li hemberî wesayîta zirxî ya leşkerên Tirk çalakiya bombeyî hate kirin û di encamê de herî kêm 4 leşker hatin kuştin û gelek jî bi giranî birîndar bûn, li herêmê operasyonek mezin a leşkerî hate destpêkirin. Hêza hewayî jî piştgiriyê dide operasyona leşkerî. Hat ragihandin ku gelek wesayîtên zirxî jî sewqî herêmê hatine kirin.

Her wiha balafirên şer ên F-16 ku li pey hev rabûn jî ber bi cihê teqînê ve firiyan.