BI DÎMEN

Çeteyên SÛK û ENKS’ê dîsa li Şêx Meqsûdê li zarokan dan

Çeteyên SÛK û ENKS’ê bi fuze, topên cehenemê û çekên giran îro carek din êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin. Di encma êrîşa çeteyan de 1 jê zarok 3 sivîl birîndar bûn.

Çeteyên SÛK û ENKS’ê yên li Eşrefiyê, Sekan El Şebabî bi cih bûne, îro careke din êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin. Çeteyên SÛK û ENKS’ê bi hewan, katyûşa û topên cehenemê, bi çekên giran êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin. Di encama êrîşê de 1 jê zarok 3 sivîl birîndar bûn.

Êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê yên li dijî Taxa Şêx Meqsûdê binavber berdewam dikin.

Heman komên çeteyên SÛK û ENKS’ê duh jî di saet 18:30’an de bi hewan, katyûşa, topên cehenemê û bi çekên giran êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kiribûn. Di êrîşê de pitika 1 salî û welatiyê bi navê Mihemed Misrî (34) birîndar bibûn.