HPG'ê agahiya têkildarî gerîlayekî li Oremarê jiyana xwe ji dest da sererast kir

HPG'ê diyar kir, gerîlayê bi navê Şahan Westan ê duh hat ragihandin jiyana xwe ji dest daye, hatiye tespîtkirin ku jiyana xwe ji dest nedaye. Di daxuyaniyê de hat gotin, gerîla Soner Oktay bi nasnav Gelî Şahan jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê de hat gotin, "Di daxuyaniya me ya duh de hatibû ragihandin, ku di 14'ê Gulanê de, hevalên me Ronî Zagros û Şahan ên bi fedaî bi ser êrîşên dijmin de çûne, şehîd ketine. Hevalê me yê bi navê Şahan Westan şehîd neketiye. Hevalê me Gelî Şahan di vê çalakiyê de gihîştiye şehadetê.

Ji ber şert û mercên dijwar ên şer, şaşîtiyeke bi vî rengî rû daye. Ji ber vê tevlîheviyê em lêborîna xwe ji malbata Coşkûn û gelê xwe dixwazin. Ji malbata hevrêyê xwe Gelî Şahan (Soner Oktay) ê gihîşt şehadetê re sersaxiyê dixwazin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da eşkere kir:

Nasnav: Gelî Şahan
Nav paşnav: Soner Oktay
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Nazîfe-Gurgîn
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar

...