Li Xelfetiyê konsepta şerên rejîma Qesrê/AKP’ê hate protestokirin, hat diyarkirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, li dijî bêhiqûqî û êrîşan heta dawiyê wê têkoşîn bê meşandin..
ANF
RIHA
çarşem, 18 gulanê 2016, 18:45
Rêxistinên HDP û BDP’ê yê navçeya Xelfetiyê û Hevbirên KJA’ya Xelfetiyê li dijî polîtîkayên îmha û înkara rejîma Qesr/AKP’ê daxuyaniyek da. Li pêşiya avahiya rêxistina HDP û DBP’ê ya navçeyê ya li Parka 4’ê Nîsanê, rêveberên HDP û DBP’ê, Aktivîstên KJA, endamên Şaredariya Xelfetiyê û bi dehan kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede wekîlê min” hate vekirin. Li ser navê girseyê Serokê HDP’ê yê navçeya Xelfetiyê Ahmet Sonmez daxuyanî xwend. Sonmez diyar kir ku bi biryara konsepta şer a sala 2014’an, ev nêzî salekê ye şer dewam dike.
‘DIXWAZIN HDP Û DBP’Ê JI SIYASETÊ TESFIYE BIKIN’
Sonmez destnîşan kir ku HDP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de tercîha xwe ji bo aştî, demokrasî û aştîya gelên Tirkiyeyê re kir, got: “Bi serkeftina HDP’ê hemû xeyalên tenêbûna xwe ya desthilatdariya Qesr û AKP’ê di ber avê de çûn. Li ser vê yekê Qesr/AKP’ê konsepta şer dan destpêkirin; înfaz, qetîam, êşkenceya di girtîgehan, destavêtin-destdirêjî, girtin û binçavkirinên bê mafî berdewam dikin. Ji aliyê hemû raya giştî ve tê zanîn ku êdî tehemûla desthilatdariya siyasî bi ti awayî ji partiyên mûxalefet, rewşenbîr, hunermend, STK’ê û çapemeniya bêalî re nemaye. Desthilatdariya ku nikare pêşî li demokratîkbûna Tirkiye, aştî û fikrên têkildarî demokrasî bigire, serî li girtina daye. Dixwaze HDP û DBP’ê ku li pêşiya hemû êrîş, qetlîam û qedexeyên kolanan û bomberdûmankirina bajaran asteng e û her wiha ji rêya siyaseta demokratîk venagere, ji siyasetê tesfiye bikin.”
‘YÊN KU DI QADA SIYASÎ DE NIKARIN HDP’Ê....!
Sonmez wiha dewam kir: “Desthilatdariya ku dixwaze qayîman deynin şaredariyên DBP’ê, hevşaredaran, endamên meclîsê digirin.” Sonmez wiha pê de çû: “Yên ku di her platformê de dibin hedefa çekan, rêveber, endamên meclîsa partiyê bi awayekî bêhiqûqî tên girtin, vê carê yên ku hatine hilbijartin tên hedefgirtin. HDP’a ku di parlementoyê de partiya 3’emîn e, ji ber xebatên cuda dixwazin hilbijêrên me bêdeng bikin, dixwazin rêgeza qanûnî ya destlênedanê xesp bikin. Di bin navê ‘Rakirina destlênedayînê’ dixwazin partiya me û hilbijêrên me yên ku ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û bi rêyên demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd têdikoşin, tesfiye bikin. Yên ku di qada siyasî de nikarin bi HDP’ê, bi dengên xwe yên zêde yên li meclîsê ve dixwazin partiya me bêdeng bikin. Li şûna ku gel biryar bide bê wê kî li meclîsê bimîne, desthiladar û hevkarên wan biryar didin.”
‘WÊ HEWLDANÊN DESTHILATDARIYA ŞER A LI DIJÎ MÛXALEFETÊ BÊENCAM BIMÎNE’
Sonmez bi bîr xist ku di salên 1990’an de bi rêbazên şerê taybet, DEP ji meclîsê derxistin û di sala 2009’an de di bin navê KCK’ê de operasyonên qirkirina siyasî li ser Kurdan meşandin, lê ev rêbaz pirsgirêka Kurd çareser nekir, berevajî li Tirkiyeyê weke nuqteyeke qirêj ma. Sonmez wiha dom kir: “Îro jî dixwazin bi van rêbazan hinek destkeftiyan bigirin, lê ev hewldan ji derveyî demokratîkbûyinê ye û ti fêdeyê nade çareseriya pirsgirêka Kurd. Em careke din balê dikşînin ku ti desthilatdar bi zilm û zextan heta dawiyê neçûne. Hemû hewldanên desthilatdariya şer a li dijî mûxalefetê çawa ku duh bêencam ma, îro jî wê bêencam bimîne. Tevgerên siyasî yên ku van pêvajoyan baş dizanin, têkoşîna xwe hê xurtir kirine. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo bi rêyên demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiyekî mayînde, em ê li dijî êrîş û bêhiqûqiyan têkoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin.”
Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên mîna “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin” hatin qîrkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede wekîlê min” hate vekirin.