KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YNK û Goran li hev kirin, peyman mor kirin
Peymana ku ev demeke dirêj e di navbera YNK û Goran de dihat gotûbêjkirin îro li Silêmaniyeyê hate îmzekirin. -
Gerîlayê HPG'ê Çakan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Çakan (Bawer Agirî) ê li Sarikamişê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Panosê hat veşartin. -
Taxên Yenî, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa yên Şirnexê tên bombekirin
Çeteyên Qesrê, bombeyan li taxên Yenî, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa yên Şirnexê dibarînin. Mala ku duh cenaze jê hatin derxistin, careke din hat şewitandin. -
Li Nisêbînê derba giran li çeteyên Qesrê hat xistin
Li Nisêbînê, di dema derbasbûna tankekê de 1 jê giran 7 tîmên taybet ên çeteyên Qesrê birîndar bûn. -
Ji bo abonetiya Azadiya Welat li Wanê bang hat kirin
Di çarçoveya kampanya abonetiya Azadiya Welat de li Wanê bang hat kirin û rojname hat belavkirin. -
Remziye Bor a bi guleya çeteyên Qesrê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Remziye Bor a li Wanê di dema serdegirtina çeteyên Qesrê de li mala xwe bi guleya polîsan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Li hemû herêmên Colemêrgê rewşa awarte hat ragihandin
Walîtiya Tirk a li Colemêrgê, ku beriya niha bi hinceta "ewlekariyê" gelek herêm qedexe kiribû, bi dehan herêmên li navenda bajêr, navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" îlan kir. -
‘Pêşmergeyên qaşo ji bo parastinê hatine, me dikujin’
Xizm û mirovên Seîd Xwedêda destnîşan kirin ku ew mafê Seîd dixwazin, gotin: “Qaşo pêşmerge hatine parastina hebûn û axa me bikin, lê carek din me dikujin” -
Li Nisebînê li dijî çeteyên Qesrê çalakî
Li navçeya Nisêbînê endamên YPS'ê bi roketan çalakî li dar xistin, 4 çeteyên Qesrê birîndar bûn. -
Ji bo Amed û Şirnexê biryarên nû yên dagirkirinê
Hikûmeta AKP'ê di bin navê "îstimlaqa bi lezgîn" de li navçeyên Sûr û Rezanê yên Amedê û li navçeyên Cizîr û Elkê yên Şirnexê, 37 hezar 599 metre qad desteser kir. -
Şervanên YPG’ê: Em ê vê axê ji çeteyan paqij bikin
Endamên YPG’ê yên li eniya Eyn Îsa diyar kirin ku ew bi biryarin ku vê axê ji çeteyan paqij bikin. Şervanan gotin; “Em ji bo Sûriyeyek demokratik û Rojavayek azad di van eniyan de ne.” -
Operasyonên qirkirina siyasî: Li 3 bajaran 12 binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Wan, Dersîm û Amedê de 12 kes hatin binçavkirin. -
Li Şirnexê berxwedan didome
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê di roja 63. de dewam dike. Şer domahiya şevê berdewam kir û di saetên sibehê de li dijî taxan êrîşên bi obusan destpê kir. -
NPG: Em ê bîranînê şehîdên xwe bigihînin lûtkeyê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) : Tevahî hêzên gerîla, wê di xeta Rêber Apo de bimeşin, bi şîara “Kurdistana Azad-Rêbertiya Azad” sala 2016’an pêşwazî bikin û bîranînên şehîdên me yên leheng bigihînin lûtkeyê. -
4 şervan li Efrînê ber bi rewitya bêdawî hatin oxirkirin
4 şervanên YPG û Ceyş El Suwar ên ku di şer de jiyana xwe ji dest dabûn li Efrînê bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan ve ber bi rewîtiya bêdawî hatin oxirkirin. -
Tendurek hate bombekirin
Piştî operasyona leşkerî ya duh li Giyadînê hat destpêkirin, êvarî Çiyayê Tendurekê ji aliyê helîkopterên Kobra ve hate bombekirin. -
PKK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî
Di daxuyaniyê PKK’ê de wiha hate gotin: “Partiya me di 40. sala şehîdan de wê di xeta Apoyî de vê salê bike sala berxwedana herî mezin û serkeftinê. Bi xwedîderketina bîranînên şehîdên me yên leheng ve di lûtkeya biryardariya serkeftinê de ye.” -
'Meşa Sêmalka nîşan da ku PDK bi tenê ma ye'
Nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê Şerzad Êzidî da xuyakirin, ku astengiya li pêşiya meşa Sêmalka ya ji bo rakirina ambargoya li ser Rojava, rûyê rast ê PDK'ê careke din raxistiye pêş çavan û got, "Ev şerma wan e." -
'Dilsoziya bi şehîdên meha Gulanê tê wateya serketinê'
Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê bibîr anîn. -
Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Erol hate berdan
Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê Erol hate berdan. -
Li Wanê 2 kes hatin girtin
Li Wanê, 10’ê Gulanê di encama teqîna bombeya li Taxa Karşiyakayê de 2 polîs hatibûn kuştin û li ser vê yekê bi îdîaya ku 2 kesan li hember jina ji bûyerê xemgîn bûyî bertek nîşan dane, hatin girtin. -
Endamê YPS'ê Îslam Araz ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Endamê YPS’ê Îslam Araz ê di berxwedana xwerêveberiya li Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. -
Li Şêx Meqsûdê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de şer derket
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên hevpar ên çeteyên girêdayî SÛK’ê yê li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin. -
Li Bedlîs, Sêrt û Şirnexê çalakiyên gêrîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla yên li Şirnex, Bedlîs û Sêrtê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Hêzên PDK’ê meşa Sêmalkayê asteng kirin
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç ji ANF’ê re axivî, bal kişand ku PDK’e bi vê astengiyê vê polîtîkayên mêtingerin Kurdistanê pêk tîne.