Endamê YPS'ê Îslam Araz ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin

Endamê YPS’ê Îslam Araz ê di berxwedana xwerêveberiya li Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.

Endamê YPS’ê Îslam Araz ê di berxwedana xwerêveberiya li Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.

Endamê YPS’ê Îslam Araz ê di şerên li navçeya Silopiyaya Şirnexê ku ji 5’ê Nîsanê destpê kir û 19 rojan di domahiya “qedexeya kolanan” dewam kir de jiyana xwe ji dest da, hate definkirin. Piştî danberheviyên DNA'yê cenazeyê Araz ji aliyê malbata wî ve ji Deriyê Sînor ê Xabûrê hat wergirtin û ew ber bi Silopiyayê ve verêkirin.  Cenazeyê Araz ê anîn Goristana Yenîşehîrê, di bin dorpêça çeteyên Qesrê de ji aliyê malbat û xizmên wî ve hate definkirin.