Operasyonên qirkirina siyasî: Li 3 bajaran 12 binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Wan, Dersîm û Amedê de 12 kes hatin binçavkirin.

AKP/Qesr, li hember gelê Kurd operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Di vê çarçoveyê de di serdegirtinên li Wan, Dersîm û Amedê de 12 kesên din hatin binçavkirin.

WAN

Li taxên Xaçort û Karşiyaka yên girêdayî navçeya îpekyolû ya Wanê, çeteyan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de mal hatin belavkirin û li şopa tiliyan geriyan. Navê kesên ku di serdegirtinan de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Şaxa TEM’ê wiha ne: “"Îskender Orhan, Ozan Kûrt, Omer Kûrt, Zekî Kûrt, Bûrhan Oğut, Mehmet Bayram, Şahîn Bayram, Firat Karakoyûn û Halîs Karakoyûn."

Her wiha hate dîtin ku li ser taxê tevgera helîkopteran pêk hat.

DERSÎM

Li taxên Yenîmahalle û Mogoltayê yên Dersîmê serê sibehê çeteyên Qesrê hemwext bi ser malan de girtin. Piştî lêgerînan Denîz Kazan û Sînan Kirmiziçîçek hatin binçavkirin. 

Welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Dersîmê. 

AMED

Li Amedê kesek hate binçavkirin

Li Amedê jî çeteyên Qesrê bi ser kargeha Serhat Begûn ê ku wekî peywirdarê ewlehiyê dixebite de girtin û Begûn ê 19 salî binçav kirin. Sedema binçavkirina Begûn nehat hînbûn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.