Li Bedlîs, Sêrt û Şirnexê çalakiyên gêrîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla yên li Şirnex, Bedlîs û Sêrtê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê, Berwarî ya Sêrtê û Qilaban a Şirnexê, gêrîlayan li hember artêşa Tirk çalaki li dar xistine û encamên van çalakiyan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên xwe yên 6’ê Nîsanê li Mûşê jiyana xwe ji dest dabûn jî eşkere kir.

LI TETWANÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“15’ê Gulanê saet 21:00’an de gerîlayên me li hember yekîneyeke veşatî ya artêşa TC ya li derdorî gundê Êz ku girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê ye, çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

LI BERWARIYÊ ÇALAKIYA HIŞYARIYÊ

15’ê Gulanê li hember kargeheke girêdayî Şirketa Bokçenay a li nêzî Gundê Bestîka yê girêdayî navçeya Berwariyê ya Sêrtê çalakiyeke hişyariyê hate lidarxistin. Şirketa Gokçenay rêyên girêdayî leşkerî û bi dewletê re kar dikin. Hêzên me li kargehê 4 kepçe, 2 dozer û 2 kamyon şewitandin û bêkêr kirin. Her wiha piştî ku xwediyê kargeh û karkerên kargehê hatin hişyarkirin jî serbest hatin berdan. Hêzên me li vir dest danîn ser 12 telefon û çifteyekê.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

11’ê Gulan saet 08:30’an û 12’ê Gulanê saet 16:30-18:00’an li hember 2 dozerên artêşa Tirk dema ku li derdorê girê Kuroşîno yê li ser xeta sînorê Qilaban a Şirnexê rê çêdikirin bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de derbên giran li dozeran hatin xistin û ev dozer ji neçarî vekişiyan.

14’ê Gulanê dîsa li girê Kuroşîno tevgera wesayîtên zirxî çêbû, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakiyek li hember wesayîtan li dar xistin. Têkildarî kuştî û birîndarên çalakiyê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

15’ê Gulanê saet 14:00’an li hember otobuseke leşkeran, dema ku ji Qereqola Meymûn a li ser xeta sînorê Qilaban a Şirnexê ber bi herêma girê Şehîd Kendal ve bi rê diket, çalakiyek bi çekên giran û sûîqestê hate lidarxistin. Ji ber êrîşê otobus ji girê Meymûn vegeriya.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku 6’ê Nîsanê saet 02:30’an li gundê Badab ê girêdayî navçeya Gimgim ku girêdayî Mûşê ye, yekîneyeke gerîla dikeve xefika artêşa Tirk û di şerê li vir de 6 gerîla jiyana xwe ji dest didin.

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Agir Welat

Nav û Paşnav: Kamûran Topçû

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik-Bav: Reyhan - Abdûlkerîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an

 

Nasnav: Adnan Denîz

Nav û Paşnav: Reşît Safalî

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik-Bav: Saniye - Sefer

Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an

 

Nasnav: Bedran Van

Nav û Paşnav: Yûnûs Emre Aras

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik-Bav: Şemsîhamer - Saîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an

 

Nasnav: Demhat Pîr

Nav û Paşnav: Ferhat Denîz

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayik-Bav: -

Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an

 

Nasnav: Devran Kanîreş

Nav û Paşnav: Batikan Kaya

Cihê Jidayikbûnê: Çewlik

Navê Dayik-Bav: Perîhan - Fettah

Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an

 

Nasnav: Newroz Varto

Nav û Paşnav: Ûygûr Ûfak Karakaya

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik-Bav: Hatûn - Hidir

Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an 

...