Li Wanê 2 kes hatin girtin

Li Wanê, 10’ê Gulanê di encama teqîna bombeya li Taxa Karşiyakayê de 2 polîs hatibûn kuştin û li ser vê yekê bi îdîaya ku 2 kesan li hember jina ji bûyerê xemgîn bûyî bertek nîşan dane, hatin girtin.

Li Wanê, 10’ê Gulanê di encama teqîna bombeya li Taxa Karşiyakayê de 2 polîs hatibûn kuştin û li ser vê yekê bi îdîaya ku 2 kesan li hember jina ji bûyerê xemgîn bûyî bertek nîşan dane, hatin girtin.

Yek ji kesên li pêşiya nexweşxaneyê firoşkarê seyar û kesekî xebatkarê nexweşxaneyê bi hinceta ku “Bertek nîşanî jina ku ji ber mirina polîsan xemgîm bûye dane” hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya her du kesan a li Emniyetê, îro ji aliyê Dadgeha Sûlh Ceza ve bi hinceta propagandakirina rêxistinê hatin girtin.