Li Şêx Meqsûdê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de şer derket

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên hevpar ên çeteyên girêdayî SÛK’ê yê li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên hevpar ên çeteyên girêdayî SÛK’ê yê li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin. Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku bi bersivdayina hêzên YPG’ê re şer qewimîne. Di şer de 2 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

Komên çeteyan êvara 15’ê Gulanê hewl dan ji herêma Eşrefiyê li dijî Taxa Şêx Meqsûdê êrîşekê li dar bixin. Piştî bersivdayina hêzên YPG’ê, li qadê şerekî qewimî û qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam dike:

“Çeteyên DAIŞ’ê 15’ê Gulanê saet 07:00 û di navbera saet 13:00-13:30'an de li dijî Rojhilatê bendava Tişrînê, saet 11:00'an li dijî Başûrê bendava Tişrînê û saet 14:30'an jî li dijî Rojavayê bendava Tişrînê 4 êrîşên cuda li dar xistin. Di êrîşê li dijî Rojavayê bendavê de şervanek Ceyş El Sûwar a li dijî êrîşên çeteyan li ber xwe dida gihiştiye şehadetê.

15’ê Gulanê çeteyên DAIŞ’ê hewl dan li dijî Rojhilate gundê Mekmen a giredayî Şedadê êrîşekê li dar bixin. Hewldana êrîşê ya ku çeperên şervanên Erka Xweparastinê hedef digirt  hate pûçkirin. Hêzên Erka Xweparastinê 2 çeteyên ku dixwestin êrîş bikin bi saxî girtin.”