Li hemû herêmên Colemêrgê rewşa awarte hat ragihandin

Walîtiya Tirk a li Colemêrgê, ku beriya niha bi hinceta "ewlekariyê" gelek herêm qedexe kiribû, bi dehan herêmên li navenda bajêr, navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" îlan kir.

Walîtiya Tirk a li Colemêrgê, bi hinceta "ewlekariyê" gelek herêmên bajêr li çûn û hatina sivîlan qedexe kir. Bi dehan herêmên li navenda bajêr, navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê, heta 1'ê Hezîrana 2016'an qedexe kir û xist nava çarçoveya "Herêma Ewlekariyê ya Taybet."

Herêmên hatin qedexekirin ên li malpera fermî ya Walîtiya Tirk hatin weşandin, ev in: "Kurigan Tepe, Bermeş Tepe, Hale Tepe, herêma Hezir, Rojhilatê Guneydaği, herêma Genîş Tepe, Ginse Tepe, Efkar Tepe, herêma Kizga Tepe, herêma Seriselek-Koçkayaligi, herêma Kesikkaya Tepe, Korsila Tepe, herêma Sandalye Tepe, Kuneberek Tepe, herêma Beyazdag, Kola Deresi, Kirçîmenlîk Tepe, Herêma xeta ber bi Bûlanik Tepe, herêma Kopru Tepe, Karakol Tepe, Siyahtaş Tepe, herêma Beyaz Tepe, Menader Tepe, herêma girê Kalereş, Koryurek, herêma Samanli, herêma Mehendî, herêma Sîvrî Tepe, Nîzar Tepe, herêma Haydar Sirti, Dolayli Tepe, Çeşme Tepe, herêma Hezir, Uç Kardeşler, Mirgezer, Daglica Gollerbaşi, Bakurê Şemzînanê (Rojhialtê Taxa Oncu, Bakurê Kimar Gedîgî, Rojavayê Oz Pinar Dagi, başûrê herêma Berhabin Tepe), Işikli, herêma Kavuşak, Kuçe Tepe, Meydan Tepe, Yayla Tepe, herêma Muzgikaya Tepe, Sipendere Tepe, Îskender Sirtlari, Beyaz Y.-Bala Y.-Arsen Kapisi-herêma Eski Kirikdag."