Ji bo Amed û Şirnexê biryarên nû yên dagirkirinê

Hikûmeta AKP'ê di bin navê "îstimlaqa bi lezgîn" de li navçeyên Sûr û Rezanê yên Amedê û li navçeyên Cizîr û Elkê yên Şirnexê, 37 hezar 599 metre qad desteser kir.

Piştî li navçeya Sûrê ya Amedê û li navçeya  Silopiyayê û Cizîrê yên Şirnexê di bin navê "îstimlaqa bi lezgîn" de hat desteserkirin, ji van herêmê hatin desteserkirin, ên nû zêde bûn. Bi biryara Lijneya Wezîran di bin navê "nuqteyên ewlehiya polîsan" de navendên Sûr û Rezanê yên Amedê û li navçeyên Cizîr û Elkê yên Şirnexê, gelek herêm hatin desteserkirin.

Di çarçoveya biryarê de li taxa Kaynartepe ya Rezanê 131 û li du parselên cuda yên hejmara 22'yan de bi giştî 4 hezar 270 metre qad hat desteserkirin. Li Taxa Îskenderpaşa ya Sûrê jî li parselên wekî hejmarên 84, 85, 98, 99 û 127'an bi giştî 380 metre qad hat desteserkirin.

Desteserkirina di bin navê îstimlaqê de tê kirin, li taxên naçeya Elkê ya Şirnexê jî parselên bi hejmara 101, 102, 106, 106, 107 û 108'an bi giştî 2 hezar 659 metre qad hat desteserkirin.

Demek berê li taxa Nûrê ya Cizîrê biryara îstimlaqê hatibû girtin, vê carê li parselên bi hejmara 2, 3, 4'an bi giştî 30 hezar 290 metre qad hatin desteserkirin.

XEFIKA HIKÛMETA DAVUTOGLU A DAWÎ

Biryar di 25'e Nîsanê de ji hêla Lijneya Wezîran ve hat girtin û îro di rojnameya fermî de hat weşandin. Biryara dagirkeriyê ya herî dawî a Hikûmeta Ahmet Davutoglu ku ji hêla Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve ji peywîrê hat girtin jî dîsa "dagirkeriya bi lez" bû. Her wiha biryara ku îro di rojnameya fermî de hat weşandin jî dibe "biryareke paşvavegerê" jî bi xwe re bîne. Demek berê ji hêla Hikûmeta Davutoglu ve li gelek bajarên Kurdistanê yên ku ji hêla hêzên dewleta Tirk ve hatibûn hilweşandin, biryara dagirkerinê hatibû dayîn.