4 şervan li Efrînê ber bi rewitya bêdawî hatin oxirkirin
4 şervanên YPG û Ceyş El Suwar ên ku di şer de jiyana xwe ji dest dabûn li Efrînê bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan ve ber bi rewîtiya bêdawî hatin oxirkirin.
4 şervanên YPG û Ceyş El Suwar ên ku di şer de jiyana xwe ji dest dabûn li Efrînê bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan ve ber bi rewîtiya bêdawî hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Îbrahîm Hecem Ismaîl Bodeq (Rêbaz Şêrawî), Cemal Hemo (Fedekar) û şervanê Ceyş El Suwarê Mihemed Miho ji nexweşxaneya Avrînê ya Efrîne ji aliye hezaran welatiyan ve hatin wergirtin û ber bi goristanên Şehîd Refîq û Şehîd Seydo ve ketin rê.
Piştî merasîma ji bo 4 şervanan, Seroka Desteya Parastinê Dîcle Hisên û ji Reveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Receb Mistefa axivîn.
Di axaftinan de hat gotin ku rêya têkoşîna şehîdên rêya azadiyê ronî kiriye, wê her tim bê şopandin û sersaxî ji bo malbatên şehîdan hat xwestin.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehîdan radestî malbatan hatin kirin.
Herî dawî jî bi dirûşmeyan ve şervanên azadiyê hatin veşartin.