Tendurek hate bombekirin
Piştî operasyona leşkerî ya duh li Giyadînê hat destpêkirin, êvarî Çiyayê Tendurekê ji aliyê helîkopterên Kobra ve hate bombekirin.
Piştî operasyona leşkerî ya duh li Giyadînê hat destpêkirin, êvarî Çiyayê Tendurekê ji aliyê helîkopterên Kobra ve hate bombekirin.
Piştî operasyona leşkerî ya duh li bejahiya gundê Tûtek ê girêdayî navçeya Giyadîn a Agiriyê û li Çiyayê Tendurekê hat destpêkirin, êvarî Çiyayê Tendurekê ji aliyê helîkopterên Kobra ve hate bombekirin.
Zozanê Xarikê ya girêdayî gundê Xarik domahiyê şevê ji aliyê helîkopterên Kobra ve hate bombekirin.
Li gor çavkaniyên herêmî, yekîneyên veşartî û cerdevan jî tevlî operasyonê bûne.