BI DÎMEN

‘Pêşmergeyên qaşo ji bo parastinê hatine, me dikujin’

Xizm û mirovên Seîd Xwedêda destnîşan kirin ku ew mafê Seîd dixwazin, gotin: “Qaşo pêşmerge hatine parastina hebûn û axa me bikin, lê carek din me dikujin”

Ciwanê Êzîdî yê bi navê Seîd Xwedêda Qasim ê 19 salî, 14’ê Gulanê ji aliyê çekdarên PDK’ê yên ji rojava  derketine û li Başûr peşmergetiyê dikin hate qetilkirin.

Apê ciwanê bi navê Seîd Xwedêda Qasim (19) nerazîbûn li hemberî kuştîna biraziyê xwe Seîd nîşan da û diyar kir ku heya niha ti kes nehatiye û ji wan re negotiye bê ka çima biraziyê te hatiye kuştin.

Apê Seîd bûyera kuştina biraziyê xwe wiha vegot: “Biraziyê min çiqasî meşiya jî lê dîsa PDK’ê bi doçkayê ew kuştin… Ew kesên ku çekên ferdî ji bo parastinê li cem wan bûn, çekên xwe jî ji PDK’ê  girtine. Em birine kîjan navenda PDK’ê û bê kê biraziyê min kuştiye ez dizanim. Çekdarên PDK’ê yên li ser sînorê Rojava û Başûr diminîn, bi du guleyên doçkayê biraziyê min kuştin.”

Apê Seîd destnîşan kir ku ti sedemên kuştina biraziyê wî tinebûn, bi awayekî kêfî ew kuştine:

“Çekdarên PDK’ê hatin gel me û ji me re gotin, ‘Blokan nebin.’ Me jî got temam baş e, em nabin” û wiha pê de çû: “Di wî gundî de ne em tenê hebûn, gelek kesên din jî li wir bûn û me ji wan re jî got çekdarên PDK’ê gotine blokan nebin. Piştre ji me re li qornê xistin. Ez jî ji kamyonê hatim xwarê û sekinîm. Min got dibe tiştekî ji me re bêjin û min xwe da aliyekî. Ez ji bendên kontrolê kîlometreyekê dûr ketim. Biraziyê min di pişta kamyonê de bû. Me yek blok jî bar nekiribûn, lê bi doçkayê gule li ser reşandin û kuştin.”

Apê Seîd di dawiyê de banga yekîtiyê li hemû Êzîdiyan kir û wiha got: “Ne ji ber ev biraziyê min e ez vê bangê dikim, sibehê wê Êzîdiyekî din jî were kuştin. Ji bilî yekgirtinê ti çareyên Êzîdiyan nîne.”

Xwarziyê Seîd yê bi navê Derwêş jî ragihand ku ew tenê daxwaze mafê xwe dikin û wiha got: “Beriya niha mehekê ez çûm cem peşmergeyekî PDK’ê û destûr da min got biçin ji bo xwe blokan bînin. Min jê re got ma em tenê îro dikarin bînin, wî peşmergeyî jî got na her dem dikarin bên. Lê, beriya niha çend rojan hatin gel me û gotin êdî blokan nebin, me jî got baş e. Lê, PDK’ê beriya wê amadekariyên xwe kiribûn û doçkayên xwe bi cih kiribûn.”

Derwêş destnîşan kir ku beriya niha 4 mehan jî carek din pêşmergeyên PDK’ê êrîşî gelê Êzîdî kiribûn û 6 kes qetil kiribûn.

Derwêş di dawiyê de diyar kir ku qaşo peşmerge ji bo parastina wan hatibûn, lê vê carê bi xwe dikujin û got: “Em daxwaza mafê Seîd dikin. Ev çekdaran anîna vir, siyaseteke PDK’ê ye.”