Nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê Şerzad Êzidî da xuyakirin, ku astengiya li pêşiya meşa Sêmalka ya ji bo rakirina ambargoya li ser Rojava, rûyê rast ê PDK'ê careke din raxistiye pêş çavan û got, "Ev şerma wan e."
CÎHAN OZGUR/DÎREN ROJ
SILÊMANIYE
sêşem, 17 gulanê 2016, 08:10
Nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê Şerzad Êzidî da xuyakirin, ku astengiya li pêşiya meşa Sêmalka ya ji bo rakirina ambargoya li ser Rojava, rûyê rast ê PDK'ê careke din raxistiye pêş çavan û got, "Ev şerma wan e."
Şerzad Êzidî, di 100. salvegera Peymana Sykes-Picot de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir, ku berxwedana Kurdan a li Rojava û Bakurê Kurdistanê û asta bi dest ketiye, bersivek li Sykes-Picot e.
Êzidî diyar kir, Şoreşa Rojava wê di nava 3-4 mehan de gaveke nû bavêje, niha ji bo vê kar tê kirin û got, "Em li ser belgeyan, proseduran, mekanîzmayê, çarçove û rêxistinbûyîna federalîzmê dixebitin. Di nava 3-4 mehan de em ê bi awayekî fermî ragihînin. Ev yek bersiva me ya li hemberî Sykes-Picot e."
Êzidî diyar kir, modela Rojava ji bo çar parçeyên Kurdistanê û çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dikare bibe mînak û got, "Em sîstemek ne navendî ava dikin. Ne mîna tek tekên Erdogan. Em hewl didin projeyên jiyana bi hev re û qebûlkirina hev, bafirînin. Ev yek ji bo Sûriyeyeke demokratîk, şens e."
'PDK XWEDIYÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NÎNE'
Nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê, polîtîkayên PDK'ê yên dijberiya li Rojava nirxand û anî ziman, ku PDK vê dijminatiya xwe bi rêya medya xwe ve weke 'helwesta hikûmeta Başûr' nîşan dide.
Êzidî bal kişand ser hebûna partiyên dost ên di nava hikûmeta Başûrê Kurdistanê de cih digirin û got, "Ev partî bi rengekî vekirî PDK'ê rexne dikin. Dibêjim 'em li dijî vê nêzîkatiya PDK'ê ne, ku ambargo daniye ser şîrê pitikên li Rojava'."
Êzidî diyar kir, PDK dixwaze bi birçîbûnê terbiye bike û bîne ser çokan û got, "Bila PDK vê baş zanibe; me li ber hêzên ku PDK pişta xwe dispêrê serî netewandine. Em ê bi ti awayî serî li ber PDK'ê netewînin. Lê em dibêjin, ev helwesta PDK'ê ne helwesta gelê me yê Başûr e. Em baş zanin ku ev yek ne nêzîkatiya siyaset û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye."
'MEŞA SÊMALKA NÎŞAN DA KU PDK BI TENÊ MA YE'
Şerzad Êzidî bal kişand ser meşa bi pêşengiya KNK'ê ya ber bi Sêmalka ve û anî ziman, astengkirina vê meşê rûyê rast ê PDK'ê careke din raxistiye pêş çavan.
Êzidî got, "Di sedsaliya vê peymana rûreş de hat xwestin, çalakiyeke demokratîk bê lidarxistin. Di heman demê de hat xwestin, girtina Sêmalka, siyaseta bênefeshiştina Rojava were rexnekirin. Êrîşî kesî nehat kirin."
Şerzad Êzidî axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê belê PDK'ê destûr neda. PDK ne di nav de, hemû partiyên din ên li Başûrê Kurdistanê beşdarî vê çalakiyê bûn. Ji xwe hin ji van partiyan hevparên hikûmetê ne. Baş e ev astengiya PDK'ê û yekîtiya di nava vê çalakiyê de derket holê tê çi wateyê? Tê wateya tenêmayîna PDK'ê. Rêjeya dengên PDK'ê û yên partiyên din li pêş çavan e. PDK nayê wateya siyaseta Başûrê Kurdistanê, bi tenê parçeyek ji vê siyasetê ye. PDK'ê xwest Rojava dorpêç bike, lê vê çalakiyê nîşan da ku ew bi xwe dorpêç bûye. Sêmalka pêkanîneke sembolîk e. Hesabê bingehîn dorpêçkirin e. Lê ev yek şerma wan e. Bila bi vê jî zanibin; ew nikarin dorê li me bigirin."
'PDK DESTKETIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ DIXE NAVA XETERIYÊ'
Êzidî da xuyakirin, ku PDK bi têkiliyên kirêt ên AKP'ê re pêk tîne, destketiyên li Başûrê Kurdistanê jî dixe nava xeteriyê û got, "PDK bi van pêkanîn û kiryarên xwe ve destketiyên ji aliyê bi sed hezaran şehîdan ve hatine afirandin, dixe nava xeteriyê." Êzidî diyar kir, ew vê siyasetê careke din şermezar dikin û got, "Em ne dijmin in. Eger em rexne dikin, ev yek ji bo nîşandana helwesteke rast e."
BANGA 'SIYASETA KURDISTANÎ BIMEŞÎNE' LI PDK'Ê HAT KIRIN
Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê Şerzad Êzidî got, "Eger bi vî rengî dewam bike, wê PDK jî tevî AKP'ê biçe" û bang li PDK'ê kir ku siyaseteke Kurdistanî bimeşîne. Êzidî got, "Girtina deriyê Sêmalka zerarê dide gelê me yê li başûr jî. Em naxwazin gelê me yê li başûr jî mexdûr bibe. Divê pirsgirêkên li başûr derhal bên çareserkirin. Eger PDK dixwaze ji bo Kurdistanê tiştekî bike, beriya her tiştî divê pirsgirêkên gelê me yê li Başûrê Kurdistanê çareser bike."