Li Şirnexê berxwedan didome

Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê di roja 63. de dewam dike. Şer domahiya şevê berdewam kir û di saetên sibehê de li dijî taxan êrîşên bi obusan destpê kir.

Li Şirnexê  ji 14’ê Adarê û vir ve li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana endamên YPS/YPS-JIN’ê didome. Êrîşên bi hezaran leşker-polîs û cerdevanan bênavber bi çêken giran, tankan, topan, obusan ve 64 roj in didomin.

Li gelek nuqteyên bajêr ji duh şevê vir ve şerên dijwar pêk tên. Li taxên Yenî, Bahçelîevler û Aydinlikevlerê şer giran bûn.  Qada ku dikeve navbera taxên Yenî û Tekzerê ji wesayîtên zirxî bı çekên giran tê gulebarandin.

Gelek malên welatiyan jî ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin şewitandin û şer cih bi cih berdewam dike.

Her wiha şerê li derdora  Karayolları Bakım Merkezi ya liTaxa Bahçelîevlerê jî ev hefteyek e bênavber didome. Çeteyên Qesrê malên welatiyan yek bi yek hildiweşîne, tê dîtin ku di encamê vê de tax di bin tozê de mane. Liv û tevgera ambûlansan jî li cihê şer didome. Der barê şer de agahiyên zelal hê nehatine bidestxistin. 

Sekvanên ku li ser avahiyên bilind ên bajêr hatine bicihkirin jî bênavber taxên berxwedanê gulebaran dikin.

Her wiha dîsa balafirên keşfê û helîkopter li ser navenda bajarê Şirnexê û çoltera wê digerin.