'Dilsoziya bi şehîdên meha Gulanê tê wateya serketinê'
Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê bibîr anîn.
Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê bibîr anîn.
Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê bibîr anîn.
Gerîla Felat Ezda yê ji Wêranşarê hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî got, "Dîroka Kurdistanê bi xwîna şehîdan tê nivîsandin. Hakî Karer hevrêyekî Tirkiyeyî bû. Şoreşgerekî mezin ê em gihand van rojan bû. Îro li çiyê, bajar û kolanan bi hezaran ciwan bi saya wan têdikoşin. Bi saya Rêber Apo û ruhên bilind ên şehîdan, bi saya hêza kûr a wateyê em li vir in, têdikoşin."
Ezda da xuyakirin, ku hêzên mêtînger îro ji bo dewlemendiya Kurdistanê li dijî Kurdan şer dikin û got, "Hemû hêzên hegemon dixwazin me tesfiye bikin. Çima? Ji ber ku ev tevger ji hemû tevgerên din cuda ye. Bîrdoziya xwe, nêrîn û pratîka xwe kûr û pîroz e. Ji bo hemû gelên bindest û mirovahiyê têdikoşe. Ez ji ber vê nêrîn û felsefeya jiyana azadîparêz tevlî bûm. Weke ciwanekî Êzidî ne tenê ji bo Êzidiyan, ji bo hemû mirovahiyê û gelên bindest tevlî bûm."
Ezda da xuyakirin ku li ser şopa şehîdan ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û diyar kir, fermana hevrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel ji bo wan, bi ser xistina têkoşînê ye.
Gerîla Devrîm Mardîn jî bi bîranîna Hakî Karer û hemû şehîdên meha Gulanê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir, ew bi saya mîrate û ronahiya wan dimeşin. Mardîn got, "Li Cizîrê di şexsê Mehmet Tûnçan, Pakîze Nayiran, Asya Yukselan de hatiye dîtin ku mîrateya şehîdan a ji gel û gerîla re hatiye hiştin bi çi rengî tê jiyîn. Em ê bi mîrateya şehîdên meha Gulanê ji me re hiştine di vê rê de bimeşin, şoreşa xweseriya demokratîk pêk bînin û heta Rêberê xwe azad bikin, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.
Gerîla Zinarîn Zinar di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bibîr anî û got, "Eger di roja îro de rastiya têkoşîneke gelbûyî derketibe holê, ev yek bi saya van şehadetên mezin û nirxên ji aliyê wan ve hatine afirandin, pêk hatiye." Zinarîn Zinar destnîşan kir, ku têkoşîna wan wê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd û bi serxistina berxwedanê mezin bibe û got, "Bi vê wesîleyê em careke din hemû mirovên xwe yên di vê pêvajoya berxwedanê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin."
Gerîla Akîf Bagok da zanîn, ku şehadeta Hakî Karer ji bo dîroka têkoşînê encamên gelekî girîng afirandiye û bibîr xist, ku weke bersiva li vê windahiya mezin, gava partîbûyînê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye avêtin. Bagok da xuyakirin, ku ew îro xwedî li vê berxwedanê derdikevin û got, "Bi saya nirxên ji aliyê şehîdan ve hatiye afirandin, berxwedana li Bakur gihaştiye vê astê, li Rojava şoreş pêk hatiye, li ROjhilata navîn û tevahiya cîhanê PKK veguheriye hêzeke girîng ji bo mirovahiyê. Bi vê wesîleyê em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna van şehîdên xwe yên mezin ditewînin."