Komîteya Rêveber a PKK’ê, şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyî yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
PKK’ê got, “Di 39. salvegera şehadeta wî de em di şexsê mîlîtanê mezin ê yekem ê Apoyî Hakî Karer de tevahî şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin” û diyar kir ku Hakî Karer hem ji damezirandina PKK’ê re bûye wesîle, hem jî bûye wesîle ku meha Gulanê wek meha şehîdan a Kurdistanê bê îlankirin.
Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, di şexsê Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Halîl Çavgûn, Çaran de tevahî ‘Şehîdên Şoreşê’ bi bîr anî.
Di daxuyaniyê PKK’ê de wiha hate gotin: “Partiya me di 40. sala şehîdan de wê di xeta Apoyî de vê salê bike sala berxwedana herî mezin û serkeftinê. Bi xwedîderketina bîranînên şehîdên me yên leheng ve di lûtkeya biryardariya serkeftinê de ye.”
ÎBRAHÎM KAYPAKKAYA HATE BIBÎRANÎN
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de wiha hate gotin: “Bi boneya vê rojê ve, soreşgerê mezin Îbrahîm Kaypakkaya ku li dijî zihniyeta faşîst derbekar bi biryardariya mezinkirina têkoşînê berê xwe da gerîlatiya çiyayên Kurdistanê û 18’ê Gulana 1973’an bi êşkenceyê li zindana Amedê hate qetilkirin, em bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Daxuyaniyê wiha dom kir:
Derketina Apoyî, berhemên biryardariya zindîhiştina bîranînên van şehîdên mezin in. Û ev biryardarî xwe wek PKK’ê heta roja me aniye. Tevgera PKK’ê, li dijî êrîşkariya ku li ser esasê qirkirina Kurdan Tirkiyeyê dibe dîktatortiyek leşkerî ya faşîst, bi armanca Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana Azad ve domandin û pêşxistina vê xeta berxwedanê ya li Kurdistanê ye.
ŞEHÎDÊN BERXWEDANA HÎLWAN Û ZINDANA AMEDÊ
Rêberê ciwanên Hîlwanê hevalê Halîl Çavgûn, dema di 1. salvegera hevalê Hakî Karer de ji bo bîranîna wî di çalakiya şoreşgerî de bû, bi hevkariya faşîst û polîsan ve 19’ê Gulana 1978’an li Hîlwanê şehîd ket. 17’ê Gulanê li zindana Amedê, hevalên Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ên şopdarên berxwedêriya Mazlûm Dogan in, li dijî her cure êşkenceyê ji bo ala azadiyê bilind bikin dest bi berxwedanê kirine û nemir bûne. Hevalên Êrîş û Andok ên 27’ê Gulana 2012’an li Kayserî ketin çalakiyê, li dijî êrîşkariya faşîst a bi destê AKP’ê tê meşandin, di xeta xweseriya demokratîk de nîşaneya biryardariya berxwedana hetahetayî ye.
Di derketina şoreşgerî bi biryar a Rêber Apo de para mezin a berxwedana van rêberên şoreşgerên mezin û şehadeta wan ên bi lehengî hene. Rêber Apo her tim bi rûmetî û serbilindî îfade kiriye ku her tim ala şoreş û sosyalîzmê ya ji wan dewir girtiye bilind kiriye, vê ala derbasî Kurdistanê kiriye û hê bilindtir pêlpêlandiye, şopdarê vê xeta berxwedanê ya lehengî ye.’’
DERKETINA HAKÎ KARER TÊ WATEYA GULA KU DI TEHTAN DE VEDIKE
Di daxuyaniyê de hate gotin ku PKK, “partiyek şehîdan e” û wiha hat pênasekirin: “bi ruhê şehîdên me yên qehreman ve cismbûyina fikir û tevgera Rêber Apo ye.”
Di daxuyaniya PKK’ê ya gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Hakî Karer bi bîr xist û got, “Ruhê min ê veşartî bû” de ev hatin ragihandin:
“Hevalê Hakî Karer ê ku Rêber Apo ji bo wî gotibû ‘ruhê min ê veşartî bû’, bûyer mîlîtînê şoreşger Apoyî yê yekem ruh daye vê cismê. Derketina şoreşgerî ya hevalê Hakî Karer, li gor şertê demê yên li welat û herêmê dihat wateya di teht de vekirina gulan. Ya PKK’ê afirand, mezin kir û domdar kir, rastiya şehîdan e. Her wiha, PKK’e jî bûye rastiya şehîdên zindî. Tevgerek fedaî ya li ser xeta şehîdan têkoşînê esas wergire têkneçûyî ye. Tevgerek wisa li dijî her cure êrîşên dijmin dizane li ber xwe bide û bi ser keve.”
BERXWEDAN JI BO HEBÛN Û AZADIYA KURD HATIYE MEŞANDIN
PKK’ê bal kişand ser berxwedanên gel ên li Rojava û Bakurê Kurdistanê, destnîşan kir ku têkoşîn êdî bûye malê gel û ev sal sala herî nêzî serkeftinê ye.
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de ev nirxandin hatin kirin:
“Kevneşopiya xwedîderketina rastiya şehîdan gihiştiye gel, li Rojava li hember faşîzma DAIŞ’ê li ber xwe dide, li Bakurê Kurdistanê jî li hember faşîzma AKP’ê li ber xwe daye û di biryarbûna avakirina civakbûyina xwe de mînaka rastiya gel afirandiye. Ev xuliqandin, bingehên mayinde yên Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk e. Gelê me 39. sala şehîdan, li dijî êrîşa şerê taybet a topyekun ku faşîzma AKP’ê 24’ê Tirmeha 2015’an da destpêkirin, çiya, dest û bajarên Bakurê Kurdistanê di xeta şehîdên fedaî de kirine kelheyên berxwedanê. Di serî de Cizîr û Sûr, tevahî bajar û bajarokên Kurdistanê li dijî faşîzma AKP’ê bûne kelhên berxwedanên herî mezin ên dîrokê. Berxwedanên Nisêbîn, Kerboran, Hezex, Şirnex, Geverê ji bo rawestandina êrîşkariya bi vî awayî, ji bo hebûn û azadiya Kurdan hatine meşandin.
39. SALA BERXWEDANÊ SALA HERÎ NÊZÎ SERKEFTINÊ YE
Di serî de jin û ciwan, gelê me û tevgera me xeta berxwedanê ya ku Rêbertiya me li Îmraliyê raber dike praktîze kiriye, li hember bangên teslîmiyetê bi seknên xwe yên serbilindî yên bi sedan salan wê neyê jibîrkirin bibin bersiv. Û 39. sala berxwedana kirine sala herî nêzî serkeftinê.
39. sala berxwedanê bû sala berxwedana bi rûmet a gelekî ku di nav pençeyên qirkirinê de. Gelê me bi fedakirina canê xwe ve nîşan daye ku ji bilî jiyana azad ti vebijêrkên din qebûl nake. Ev berxwedana, maskeyên hikûmeta AKP’ê xistine û bi awayekî herî tazî rûyê wê yê qirker nîşan daye. Parçebûna hikûmeta AKP’ê û pêvajoyek êrîşê ya li dijî gelan û azadiyan bi xwe re aniye. Wek encamê vê jî tevî giştî kiryarên qetlîamker, serokwezîr hate xistin û hewla pêşîvekirina tarzek dîktatorî hat dayin. Gel û tevgera me ya 40. sala şehîdan bi vê berxwedan û têkoşînê pêşwazî kir, bi biryar e ku faşîzmê bi erdê re bike yek û serkeftinê bi dest bixe.
Li her qadê her çar parçeyên Kurdistanê, tevahî mîlîtanên me yên li derveyî welat û zindanan li ber xwedidin, gelê me yê welatparêz, dildarên azadî û demokrasiyê, her kesên ku girêdayî azadiyê-dijminê faşîzmê, ji mezinkirina vê berxwedanê û serkeftina azadiyê berpirs in.
Partiya me PKK’ê di 40. sala şehîdan de wê di xeta Apoyî de vê salê bike sala berxwedana herî mezin û serkeftinê. Bi xwedîderketina bîranînên şehîdên me yên leheng ve di lûtkeya biryardariya serkeftinê de ye.
Bi vê baweriyê ve, di roja şehîdan 18’ê Gulanê de di serî de Hakî Karer, em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, em soza layiqbûyina bîranînên wan nû dikin. Em bang li tevahî gelê xwe, raya giştî ya welatparêz û demokratîk dikin ku bi hêza şehîdên me yên leheng dane me ve, têkoşînê kurtir bikin û berxwedana wê faşîzmê bi erdê re bike yek bigihînin lûtkeyê, 40. sala şehîdan di berxwedan û têkoşîna me ya avakirinê de bikin sala serkeftinek mayinde.”