Ji bo abonetiya Azadiya Welat li Wanê bang hat kirin
Di çarçoveya kampanya abonetiya Azadiya Welat de li Wanê bang hat kirin û rojname hat belavkirin.
Di çarçoveya kampanya abonetiya Azadiya Welat de li Wanê bang hat kirin û rojname hat belavkirin.
Li Wanê kampanya 'Her malek welatek e' ya ji bo abonetiya rojnameya Azadiya Welat hat destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de Cîgirên hevserokên DBP'ê yên Wanê Nazmiye Acar, metîn Kûtaz, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan, rêveberên HDP-DBP ên bajar û navçeyan û girseya gel li nava esnafan geriyan û banga destekkirina kampanyayê kirin.
Girseya gel di destpêkê de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin li hev civiya. Li ser navê girseyê Edîtorê Azadiya Welat Bişar Dûrgût daxuyanî da çapemeniyê û anî ziman, ku ji roja derketiye û heta niha rojnameya Azadiya Welat ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî karên girîng meşandiye. Dûrgût bal kişand ser xebatên gelê Kurd ên ji bo bidestxistina mafên xwe yên din û bang li her kesî kir ku bibe abone."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî destnîşan kir, ku çapemeniya Kurd tevî hemû zext û hewldanên têkbirinê, bi sekna xwe ya tawîzê ji rastiyan nade gel agahdar dike. Kaya bang li gelê Wanê kir, ji bo bibe aboneyê rojnameya Azadiya Welat.
Piştî axaftinan, koma ji hevserokên bajêr û hevşaredaran, li navenda bajêr rojname belav kir.