Şervanên YPG’ê: Em ê vê axê ji çeteyan paqij bikin
Endamên YPG’ê yên li eniya Eyn Îsa diyar kirin ku ew bi biryarin ku vê axê ji çeteyan paqij bikin. Şervanan gotin; “Em ji bo Sûriyeyek demokratik û Rojavayek azad di van eniyan de ne.”
Endamên YPG’ê yên li eniya Eyn Îsa diyar kirin ku ew bi biryarin ku vê axê ji çeteyan paqij bikin. Şervanan gotin; “Em ji bo Sûriyeyek demokratik û Rojavayek azad di van eniyan de ne.”
Bajarokê Eyn Îsa, 45 km ji Rakkayê û 30 km jî ji Girê Spî dûr e. Eniya herî nêzî çeperên DAÎŞ’ê ne. Şervanên YPG/YPJ û hêzên QSD’ê bi çeperên xwe yên qayîmkirî û bi baweriya mezin a didin gel re li heremê serveriya tam ava kirine.
Şervanên YPG’ê Rubar Şervan û Kamuran Agît ji ANF’ê re axivîn.
‘EM Ê ÇETEYAN JI REQAYÊ DERXÎNIN’
Şervanê YPG Rubar Şervan ev gotin: “ Wek şervanekî YPG’ê, di van eniyan de mayîn ji bo me xwedî wate û girîngiyek pir mezin e. Bi saya keda şehîdên me, em îro hatin van eniyan. Xwesteka wan a herî mezin jî azadiya mirovatiye bû. Em jî vê xwesteka şehîdên xwe bi derxistina çeteyan a ji vê axê, hewl didin bi cih bînin.”
Şervan destnîşan kir ku ev eniya niha tê de ne, li ser axa Reqayê ye û 45 km dûr î bajêr e, her wiha eniya herî dawî ye. Rubar Şervan axaftina xwe wiha berdewam kir; “Pengava Şehîd Gelhat a ku ji Kantona Kobanê destpê kir û pengava Şehît Rûbar Qamişlo a ku ji Kantona Cizîrê destpê kir li vir gihiştin hev. Tevahî çete ji herêmê hatin derxistin. Di van eniyan de mayîn, parastina keda şehîdên xwe, ji bo gel ewlekirina herêmê ji bo me girîng e. Em ê jî bi pengavên nû ve çeteyên DAÎŞ’ê ji Reqayê derxînin ku em karibin wateya vê kedê hê mezintir bikin.”
‘JI BO SÛRIYEYA DEMOKRATÎK, ROJAVAYA AZAD..’
Şervanê YPG’ê Agît jî ev gotin: “Em ji bo Sûriyeyek demokratîk û Rojavayek azad niha di çeperan de ne. Ev çeper garantiya azadiya gelên Sûriyeyê, jiyana wekhev û azad a tevahî gelan e. Çeteyên DAIŞ’ê yên zilmê li gel dikin wê teqez ji van axan bên avêtin. Vê herî zêde jî gelê Ereb dixwaze. Niha li qadên ku me rizgar kirine, gelê Ereb bi me re dijîn. Çawa dixwazin jiyana xwe wisa didomînin. Ev merhele, bi xwîna şehîdan bi dest ket.”