YNK û Goran li hev kirin, peyman mor kirin
Peymana ku ev demeke dirêj e di navbera YNK û Goran de dihat gotûbêjkirin îro li Silêmaniyeyê hate îmzekirin.

Berî niha bi kêliyekê, bi amadebûna Serokê Giştî yê Tevgera Goran Nêwşîrwan Mistefa û Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl, peymana di navbera Tevgera Goran û YNK’ê de hate îmzekirin.
Di komûna li mala Sekretêrê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî de, peymana di navbera Tevgera Goran û YNK’ê de ji aliyê Serokê Giştî yê Tevgera Goran Nêwşîrwan Mistefa û Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl ve hate îmzekirin
Di merasîmê de berpirsyarên her du aliyan amade bûn. Tê payîn îro danê êvarê li hotela Şarî Ciwan merasîmeke taybet ji bo vê lihevkirinê were sazkirin. Her wiha nûnerên hêz û aliyên siyasî û sefîrên welatan hatin vexwendin ji bo vê merasîmê.
Li gorî hin ragihandinên nêzî Tevgera Goran, tê payîn Nêwşîrwan Mistefa di merasîmê de peyamekê pêşkêş bike.