Remziye Bor a bi guleya çeteyên Qesrê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Remziye Bor a li Wanê di dema serdegirtina çeteyên Qesrê de li mala xwe bi guleya polîsan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Remziye Bor a li Wanê di dema serdegirtina çeteyên Qesrê de li mala xwe bi guleya polîsan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Wan Îpekyolûyê, çeteyên Qesrê roja 19'ê Nîsanê avêtibûn ser maleke li taxa Xaçortê û jina bi navê Remziye Bor birîndar kiribûn. Remziye Bor a rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê, piştî tedawiya 27 rojan, jiyana xwe ji dest da.
Bijîjkan diyar kirin, birînên li stuyê Remziye Bor a li servîsa lezgîn dihat ragirtin, pêr enfeksiyon girtibûn û rewşa wê giran bûbû.