Taxên Yenî, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa yên Şirnexê tên bombekirin
Çeteyên Qesrê, bombeyan li taxên Yenî, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa yên Şirnexê dibarînin. Mala ku duh cenaze jê hatin derxistin, careke din hat şewitandin.

Li Şirnexê, ku êrîşên qirkirinê yên dewletê dir oja 64. de ne, taxên Yenî, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa bi giranî tên bombekirin. Ji ber bomberdûmana bi tank, top û obusên li derdora bajêr hatin bicihkirin, bi dehan xanî hilweşiyan.
Li taxa Yeniyê her wiha bênavber gule tê reşandin. Sekvanên dewleta Tirk ên li ser avahiyên bilind bi cih bûne û maşînên zirxî guleyan li taxê direşînin. Li taxa Aydinlikevler a li aliyê jêrîn ê taxa Îsmetpaşayê jî, şer diqewime.
Xaniyê ku duh hat bombekirin û piştre cenazeyên tê gotin ên YPS'yiyan e jê hatin derxistin, îro careke din hat şewitandin. Li avahiyên derdora vî xanî, sekvanên hêzên dewleta Tirk hatin bicihkirin.
Li bajêr bomberdûmana giran û şerê dijwar dewam dike.