Şer li Şirnexê bi awayekî giran didomin
Li Şirnexê bi êrîşên obusan ve li 4 taxan şerên dijwar diqewimin, li malên ku hatine şewitandin dû bilind dibe.
Li Şirnexê bi êrîşên obusan ve li 4 taxan şerên dijwar diqewimin, li malên ku hatine şewitandin dû bilind dibe.
Li Şirnexa ku di 14'ê Adarê de qedexe hate îlankirin li dijî êrîşan berxwedana gel didome. Şer li 4 taxan dijwartir bûne. Di saetên nîvro de wesayîtên zirxî yên li rêya Cizîrê hatine bicihkirin Taxa Yenîmahalleyê bombebaran kirin. Nêzî saetekê bombebaran pêk hat û gelek mal hatin xirakirin. Piştî bombebaranê hêzên dewleta Tirk xwestin bikevin taxê, lê endamên YPS û YPS-JIN'ê besiv dan, şerên dijwar diqewime.
Li taxeke din a ku şer diqewimin jî taxa Bahçelîevlerê ye. Ji Tugaya Jendermeyan a Çakirsogutê tax bênavber tê bombekirin. Li derdora Navenda Venêrînê ya Rêyên Bejahiyê şer bi rojan e didome, çeteyên Qesrê yên nikarin bikevin taxan yek bi yek malan xira dikin û hewl didin pêş ve biçin. Li qadê gelek mal ji aliyê tîmên taybet ve bi teqemeniyan ve hatin teqandin. Li dora taxê şer didomin.
Li taxa Îsmetpaşa ya ku çapemeniya alîgir dibêje "hate paqijkirin" jî şerên dijwar di navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS/YP-JIN'ê de diqewimin. Li dijî taxê bi obusan êrîş têne kirin, ji ber şewatê dûyên reş li asîmanên bajar belav bûye. Her wiha, li taxa Cûmhûriyetê jî dengê çekan tê.
Li seranserî bajêr şer û bombebaran didome.