Li Şirnexê şerên giran diqewimin: Wesayîteka din a zirxî hate rûxandin

Li Taxên Bahçelîevler û Yenî dema ku wesayîta zirxî ya Kobra derbas dibû ji aliyê hêzên YPS û YPS-JIN’ê ve hate rûxandin. Mala kû tîmên taybet weke bargeh bi kar tanîn jî dema ku şer qewimîn hate valakirin.

Êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê di roja 65. de li Şirnexê bi dijwarî dewam dikin. Di şerê li Taxa Bahçelîevlerê de dema tîmên taybet xwestin bikevin maleke ku mîna bargehê bi kar bînin, ji aliyê hêzên YPS û YPS-JIN’ê ve hatin dorpêçkirin. Hat ragihandin ku piştî şerê bi saetan çeteyên Qesrê ji neçarî avahî vala kirine.

Li gorî çavkaniyên herêmî dema çete ji avahiyê vekişiyan kuştî û birîndarên xwe bi ambûlansan veguhestine. Têkildarî bîlançoyê jî agahiyên zelal nehatin girtin.

Dîsa li Taxên Bahçelîevler û Yenî dema ku wesayîta zirxî ya Kobra derbas dibû ji aliyê hêzên YPS û YPS-JIN’ê hate hedefgirtin û çalakiyek bi roketan roketan hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku wesayîta zirxî bêkêr bûye, lê têkildarî hejmara kuştiyên di wesayîtê de agahî nehatin girtin.

Her du tax bi awayekî dijwar bi obusan tên topbarandin, li tevahiya bajêr jî şer didomin.