Ji Akademiya Şehîd Xebat mezûnên nû

Tevlîbûna li nava refên YPG û YPJ'ê her zêde dibe. 20 jinên perwerdeya xwe ya bingehîn qedandin, mezûn bûn. Her wiha du dewreyên nû yên perwerdeyê jî destpê kirin.

Tevlîbûna li nava refên YPG û YPJ'ê her zêde dibe. 20 jinên perwerdeya xwe ya bingehîn qedandin, mezûn bûn. Her wiha du dewreyên nû yên perwerdeyê jî destpê kirin. Ji şervanan Nûda Qamişlo li merasîmê axivî û got, "Me bi felsefeya Rêberê xwe, xwe nas kirin."

Ji bo 20 şervanên jin ên perwerdeya xwe ya bingehîn qedandin û destpêkirina dewreyên nû yên perwerdeyê, li kampa Til Berak a li Akademiya Şehîd Xebat merasîmek hat lidarxistin. Tevî şervan û fermandarên YPG û YPJ'ê xizmên şervanên nû, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan û şêniyên herêmê tevlî merasîmê bûn.

'EM Ê ARMANCÊN ŞEHÎDAN PÊK BÎNIN'

Ji fermandarên YPG'ê Şervan Qamişlo di axaftina xwe ya li vir de Şehîdên Meha Gulanê bibîr anî û got, "Yek ji mezintirîn armancên me, meşa li ser şopa şehîdan û bicihanîna armancên wan e. Hevalên li vê dewreyê perwerde dîtin, weke hêza parastinê ya Şoreşa Rojava wê bibin temînata xeyalên şehîdên me."

'ME BI SAYA RÊBERÊ XWE, XWE NAS KIRIN'

Di merasîmê de her wiha du dewreyên nû yên perwerdeya leşkerî jî hatin destpêkirin. Li vê derê, şervanên mezûn bûn axivîn. Yek ji wan jî Nûda Qamişlo ye. Qamişlo bal kişand ser perwerdeya xwe ya leşkerî û bîrdoziyê û got, "Em ê xwedî li keda Rêberê me daye me jinan, derkevin. Bi felsefeya Rêberê me ve me xwe nas kirin û bûn xwedî nasname. Ji bo azadiya Rêberê xwe, em ê di nava her şert û mercî de şer bikin."

Ji mezûnên perwerdeyê Dilbaz Kobanê jî got, "Ji bo parastina gel, welat û jinan me xwe perwerde kirin. Em ê êdî tecrûbeya xwe bi cih bînin."

Merasîm bi çalakiyên çandê û gerandina govendê bi dawî bû.

...