YNK û Goran: Peymana me ji bo Kurdistaneke demokratîk e
YNK û Tevgera Goran dan xuyakirin, ku peymana wan ji bo Kurdistaneke demokratîk e û divê hemû xalên peymanê ji sedî sed bi cih werin anîn.
YNK û Tevgera Goran dan xuyakirin, ku peymana wan ji bo Kurdistaneke demokratîk e û divê hemû xalên peymanê ji sedî sed bi cih werin anîn.
YNK û Tevgera Goran, lihevkirin û peymana xwe, duh li Silêmaniyeyê, li Otela Şarê Ciwan bi merasîmekê îmze kirin û ji raya giştî re eşkere kirin.
Piştî îmzekirn û eşkerekirina peymanê, rayedarên YNK û Tevgera Goran ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku ev peyman li hemberî ti partiyê nehatiye kirin. Rayedaran gotin, "Ev peyman ji bo Kurdistaneke demokratîk a bi serweriya qanûnan, hatiye amadekirin."
ALA TALABANÎ: BICIHANÎNA XALÊN PEYMANÊ GIRÎNG E
Seroka Koma YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê Ala Talabanî destnîşan kir, ku bicihanîna xalên peymanê ji bo çareserkirina krîzên li Kurdistanê gelekî girîng e û ev nirxandin kir:
"Li gorî min, pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi vê peymanê hebû. Pêwîstiya herêma Kurdistanê bi normalbûyînê heye. Hêvîdarim fraksiyonên YNK û Goran wê der hal Parlamenta Başûrê Kurdistanê bidin xebitandin ku ev yek ji girîngtirîn xalên peymanê ye. Sekinandina karê parlamentê hem ji bo Kurdistanê, hem ji bo Iraqê hem jî ji bo herêmê trajediyeke mezin e. Li ser vê bingehê, ya girîng bicihanîna xalên peymanê ye. Em dikarin bêjin, ji bo bicihanîna xalên peymanê vîneke qewîn heye. Wekî din, têkildarî jin û ciwanan ku hêza herî dînamîk a civakê ne, hin xal di vê peymanê de hene. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye."
FAÎK: GEL Û ALÎGIRÊN ME JI PEYMANÊ XWEŞ IN
Parlamenterê Tevgera Goran Bestûn Faîk jî got, "Ji sala 2012'an û vir ve li ser vê peymanê kar dihat kirin. Bi taybetî ev saleke li ser xalên peymanê danûstandin gelekî zêde bû. Ji xwe ji aliyê siyasî ve YNK û Goran tevgerên gelekî nêzî hev in. Du hêzên ji heman kevneşopiyê tên e. Ev yek bû sedema vê peymanê. Heta niha gel û alîgirên her du partiyan ji vê peymanê xweş in. Her wiha heta niha ti partiyeke siyasî nerazîbûna xwe li hemberî vê peymanê nîşan nedaye. PDK'ê da xuyakirin, ku ew ê nêrînên xwe yên li ser vê tifaqê piştî îmzekirina peymanê eşkere bike. Heta niha ti nerazîbûnek negihaştiye me. Divê dilê hemû partiyên siyasî rehet be. Ji ber ku ev tifaq li hemberî ti alî nehatiye kirin."
EBDULLAH: TEVLÎNEBÛNA PDK'Ê CIHÊ PIRSÊ YE
Parlamentera YNK'ê ya Parlamenta Iraqê Rengîn Abdullah jî da xuyakirin, ku ji bo çareserkirina vê pêvajoya zehmet a welatên Rojhilata Navîn, Iraq û Başûrê Kurdistanê tê de ye, ev yek destpêkek girîng e û got, "Tevî ku rayedarên PDK'ê hatin vexwendin jî, tevlî merasîmê nebûn. Ev yek cihê pirsê ye. Divê sedema tevlînebûnê ji wan bê pirsîn. Lê belê divê ti hêz nefikire ku ev peyman li hemberî wan hatiye kirin. Ev peyman bi tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî hatiye morkirin.
Weke siyasetmedarên jin ên YNK'yî me ragihandin, ku divê di nava tifaqa siyasî de rengê jinê yê li siyasetê neyê ji bîrkirin, bi awayekî aktîf cih bigirin. Di vî warî de hin xalên peymanê hene. Ji bo ev yek li gelemperiya Kurdistanê bê belavkirin, wê xebat bê meşandin. Li ser vê bingehê ev peyman wê bi tevahiya Kurdistanê bide qezenckirin."