Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, divê hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re tevbigerin, hîn bi zanebûn xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin û hesab ji kujeran biprsin.
Ayata di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de, ewilî şehîdên şoreşê di şexsê Hakî Karer, Denîz Gezmîş, Mehmet Karasûngûr de bibîranî û got, "Dozên mezin bi jiyan û rêbertiyên ji rêzê ve nayê meşandin. Pirsgirêkên dîrokî û civakî çiqasî giran bin, nakokî çiqasî zêde bin, ewqasî pêwîstî bi rêbertiyên xwedî nirxên însanî û nêrînên xurt heye. Mîna navê xwe; eger pêşeng li pêş nebin, kes nade dû."
Ayata da xuyakirin, ku tevî emrê wan ê ciwan jî van pêşengan cesaret bi vê têkoşînê kirin û got, "Jiyana xwe danîn holê. Bi baweriyeke mezin ve dilsoz bûn. Ji azadî û yekîtiya gelan bawer kirin. Weke dewama vê kevneşopiyê Serok Apo ala wan li erdê nehişt û şoreş di çarçoveya Kurdistan û Tirkiyeyê de meşand."
Ayata destnîşan kir, ku PKK'ê 30'ê Adarê, 6'ê Gulanê û 18'ê Gulanê ji bo pêşvebirina têkoşîna xwe ji xwe re kir hincet û diyar kir, li ser vê xetê xeteke kevneşopiya berxwedanê ava kir. Ayata da zanîn, ku ji ber vê yekê PKK weke partiyeke şehîdan tê binavkirin.
'ENIYÊN FAŞÎST BERIYA HÊZÊN ÇEP BÛN YEK'
Ayata di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa heyî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û e nirxandin kir:
"Li Tirkiyeyê rewşeke kaosê heye. Hemû eniyên faşîst ên paşverû bûn yek. Beriya hêzên çep bûn yek. AKP qaşo kevneşopiya Îslamî temsîl dike. Beriya çend salan artêşê çi digot? Digot, ev têkoşîn wê hezar salî dewam dike. Piştre ji Çankayayê destpêkirin û hemû dewlet teslîm kirin. Qaşo artêşa ku baskê Kemalîst e, li dij bû. Di roja îro de hemû kontr gerîla, Ergenekonî, nîjadperest, mafya, MHP'yî hemû di nava AKP'ê de gihaştine hev. Belê, rast e."
Ayata da xuyakirin, ku Bahçelî bi Erdogan re li hev kiriye û got, "Çawa ku komkujiya Dersîmê erê kirin, komkujiya Ermeniyan erê kirin û bi civakê dan qebûlkirin, niha jî ev derdorên Îslamî û bi van hêzan re bûne yek û dixwazin Kurdan qetil bikin. Bi Îslamiyê re hewl dan derdorên hevkar li dijî berxwedêrên Kurda rakin. AKP çîneke nû ya hevkaran derdixîne holê.
'LI KURDISTANÊ DEWLET QEDIYA YE, BI TENÊ HÊZÊN DAGIRKER MAN E'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku li Kurdistanê dewlet qediya ye, bi tenê hêzên dagirker û mêtînger man e û got, "Polîs û burokrasî ma ye. CHP, MHP hemû jê çûn. Li ser navê Îslamê AKP hat biriqandin û pêşkêşkirin. Bi gotinên çareserî, aştî û em Kurdan nas dikin ve hewl dan Kurdan nerm bikin, hin derdoran ber bi xwe ve bikişîne. Li Kurdistanê rehê xiyanet û nokeriyê her tim hebû. Li cihê têkoşîna otorîteya şoreşgerî bi pêş neket, hêzên ji pêşketina otorîteya şoreşgerî tirsiyan, timî xwe nêzî dewletê dîtin. Piştî her kevneşopiya berxwedanê ya li Kurdistanê, dewletê timî bi vî rengî bangên teslîmbûnê kir: 'Teslîmî hembêza bi şefqet a dewletê bibin. Timî teslîmiyet li ser Kurdan ferz kir. Ji yên li ber xwe diidn re dibêje, hûn ê şîdeta dewletê bibînin."
BANGA BERXWEDANA RÊXISTINBÛYÎ
Ayata diyar kir, dewlet Kurdan weke xwediyê welêt nabîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Erdogan dibêje; me li vir xwîn rijand, em ê nedin kesî. Dagir kiriye, xwîn rijandiye û radibe dibêje em ê nedin kesî. Em ji cihekî din nehatine; Kurd ji cihekî din nehatine vê derê. Ev der a Kurdan e. Ew piştre hatin û talan kirin. Kurd ji bo welatê xwe ji van zaliman biparêzin li ber xwe didin. Hêzên şoreşger demokratîk ên Tirkiyeyê jî berdêl dan. Îşkence li wan hat kirin, di hepsê de hatin rizandin."
Ayata da xuyakirin, ku li gorî dewletê, kî bîatê nede, serî netewîn e ew xayîn e, divê were kuştin û got, "Ev dînên desthilatdariyê divê aqlê xwe bînin serê xwe. Hemû hêzên demokrasiyê, di serî de jin û ciwan divê li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî faşîzmê bendan ava bikin, bi rêxistinbûyîneke xurtir li ber xwe bidin û bi vî rengî hesab ji kujeran bipirsin."