Şer li Şirnexê dijwar bû

Li 3 taxên Şirnexê şer didome. Danê sibehê li Taxa Bahçelîevler şer giran bûn.

Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî êrîşên qirkirinê di roja 67. de ye. Li Şirnexê ji duh bi şev û vir ve şer û bomberdûman bênavber didomin. Tevahiya şevê taxên Îsmetpaşa, Yenî û Cumhuriyet ji aliyê  wesayîtên zirxî ve hatin bombekirin û şer derket. Li Taxa Cumhuriyetê, gelek mal ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin şewitandin.

Ji duh bi şev û vir ve, taxa Bahçelîevlerê bi obusan ji aliyê Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut ve tê bombekirin. Di navbera çeteyên hewl didin bikevin taxê û hêzên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime.

Çeteyên Qesrê li gelek avahiyên li derdora taxan bi cih bûne û ji xwe re weke biryargehê bi kar tînin.

Liv û tevgera ambûlansan, ku kuştî û birîndarên hêzên dewleta Tirk rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Jenderemyan a Sînor, dewam dike.
 
Hem li qada bejahî ya derdora bajêr hem jî li navenda bajêr liv û tevgera balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopteran dewam dike.