Li Nisêbînê tankek hate derbkirin
Li Nisêbînê ya berxwedana xwerêveberiyê lê didome, endamên YPS’ê tankek derb kirin.
Li Nisêbînê ya berxwedana xwerêveberiyê lê didome, endamên YPS’ê tankek derb kirin.
Li Nisêbînê ya berxwedana xwerêveberiyê lê didome, endamên YPS’ê tankek derb kirin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şerên giran dewam dikin. Di şerên li taxên Dîcle û Yenîşehîrê giran bûne de endamên YPS/YPS-JIN’ê li hember wesayîtên zirxî yên tax dorpêç kirine çalakî li dar xistin. Piştî çalakiyê, di tankekê de xisarek mezin çêbû.
Tanka derbxwarî bi alîkariya tankek din ji navçeyê hate derxistin, têkîldarî kuştiyan agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Gelek ambûlans vegûhestin cihê bûyerê.