Ji ber êrîşên artêşa Tirk li Qamişlo 7 kes birîndar bûn
Leşkerên artêşa Tirk ên êrîşî Nisêbînê dikin bi doçkayê gule li Qamişlo reşandin. Di encama vê êrîşê de 7 sivîlên ku yek ji wan zarokekî 4 salî ye, birîndar bûn.
Leşkerên artêşa Tirk ên êrîşî Nisêbînê dikin bi doçkayê gule li Qamişlo reşandin. Di encama vê êrîşê de 7 sivîlên ku yek ji wan zarokekî 4 salî ye, birîndar bûn.
Leşkerên Tirk ên bi rengekî hovane û bi hemû cureyên çekan êrîşî navçeya Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê dikin, di heman demê de êrîşî bajarê Qamişlo yê Rojava jî dikin.
Şevê din guleyên doçka ku ji aliyê Nisêbînê hat, li Stada Heysem Kiço ya li Taxa Aşûriyê ya bajarê Qamişlo ket. Di encamê de 7 kesên ku yek ji wan zarokekî 4 salî ye, birîndar bûn.
Kesên birîndar rakirina nexweşxaneya El-Rehme ya bajarê Qamişlo. Bijîşkan diyar kirin ku hemû birîndar hatine dermankirin û rewşa wan baş e. Piştî ku birîndar hatin dermankirin ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Navên kesên birîndar wiha ne: ‘Sîpan Xelef (33), Berzan Zihêr (28), Mihemed Ciwan Mûsa(14), Ehmed Mele Ehmed(34), Zinar Mesûd (26), Hesen Bero (42) û zarokê bi navê Mihemed Rênas ê 4 salî.’