PEN’a Kurd kongreya xwe li dar xist
PEN’an Kurd, 9. kongreya xwe bi tevlîbûna gelek nivîskar û rêxistinên civaka sivîl ve li Amedê li dar xist.
PEN’an Kurd, 9. kongreya xwe bi tevlîbûna gelek nivîskar û rêxistinên civaka sivîl ve li Amedê li dar xist.
PEN’an Kurd, 9. kongreya xwe bi tevlîbûna gelek nivîskar û rêxistinên civaka sivîl ve li Salona Resepsiyona Sumerparka Amedê li dar xist. Di kongreya bi şîara gotina Ehmedê Xanê, ‘Ger wê hebûya me tifaqek…’ ya yekîtiya neteweya Kurd îşaret dike hate lidarxistin de ji çar parçeyên Kurdistanê nivîskaran, nûnerên saziyên civaka sivîl û welatiyan cihê xwe girtin.
Di kongreyê de Bedîrxan Sîndî axivî, got hewldana dirêjkirina emrê hevpeymana Sykes-Pîcotê heye. Sîndî bi bîr xist ku li Kurdistana hatiye parçekirin de rewşenbîrên di tarzê Faris, Erep û Tirkan de xwe perwerde dikin hene, got: “Kurd PEN, wê di vê nuqteyê de rewşenbîrê cewherî yê Kurd derxe holê.”
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî got sîstema hevserokatî wê ji bo PEN Kurd’ê jî baş bibe. Serokê PEN Kurdê Şeyhmûs Sefer pêşniyar nirxand, got ev sîstemek erênî ye, wiha axivî: “Di vî milî de xebatê me hen.”
Piştî kongreyê, sibehê di civîna rêveberiyê de wê rêveberiya PEN’a Kurd diyar bibe.