Li hember nuqteyên polîsan ên li Pîranê çalakiyên hemwext
Hate ragihandin ku li navçeya Pîran a Amedê li hember 2 nuqteyên polîsan gerîlayên HPG’ê çalakiyên hemwext li dar xistine û şer dewam dikin.
Hate ragihandin ku li navçeya Pîran a Amedê li hember 2 nuqteyên polîsan gerîlayên HPG’ê çalakiyên hemwext li dar xistine û şer dewam dikin.
Hate ragihandin ku gerîlayên Hêzên Parastina Gelên Kurdistanê (HPG) saet 21.00’an li navçeya Pîran a Amedê li hember nuqteyên polîsan ên li milê Ziyaret Tepe û her wiha li hember Midûriyeta Emniyeta Navçeyê ya Pîranê çalakiyên hemwext li dar xistin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, şerên mabeyna gerîlayên HPG’ê û hêzên dewleta Tirk de dewam dikin.
Têkîldarî kuştî û birîndaran agahî hê nehatine bidestxistin.