Berxwedêrê Cizîrê Ozluer ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Cenazeyê Ferhat Ozluer ê di berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Qelqelî ya Wanê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.

Cenazeyê Ferhat Ozluer ê Silopiyayê hatibû veşartin, piştî mînakên DNA’yê li hev hatin ji aliyê malbatê hate wergirtin, li warê wî hate definkirin.
Cenazeyê Ferhat Ozluer di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû û li Silopiyayê hatibû veşartin, piştî lihevhatina DNA’yê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Piştî mînakên xwînê yên ku malbatê dabû Saziya Tiba Edlî ya Demkî ku 45 roj berê li Silopiyayê hatibû avakirin, li hev hatin, cenazeyê Ozluer wergirtin û anîn Taxa Sagmali ya girêdayî navçeya Qelqelî ya Wanê. Di ketina Taxa Sagmali de cenazeyê Ozluer ji aliyê bi sedan kesî hate pêşwazîkirin, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Bijî Serok Apo” anîn goristanê. Piştî wecîbeyên olî yên li goristanê, cenazeyê Ozluer hate definkirin.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên aştî û demokrasiyê, Hevseroka MEYA-DER’ê Nerîman Ûrar axivî, banga serîrakirina li hember zilmê kir, got: “Îro yên li hember van qetlîamana bêdeng in, şirîkên qatilan in. Divê her kesên ku xwedî wijdan li hember vê zilmê serî rakin.”
Piştre, malbata Ozluer sersaxî qebûl kirin.