Rêveberiya Stêrk Tv: Ti agahî der barê Aysel Avesta de nîne!

Rêveberiya Stêrk Tv ji ber pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Aysel Avesta, duh êvarî li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibû binçavkirin û ti agahî jê nayê girtin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêveberiya Stêrk Tv  ji ber pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Aysel Avesta, duh êvarî li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibû binçavkirin û ti agahî jê nayê girtin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Stêrk Tv de hate ragihandin ku rojnamevan û xebatkara televîzyona wan Stêrk Gazal Kizilboga bi navê xwe yê tê nasîn Aysel Avesta ji bo xebata rojnamevaniyê ev demek e, li Şengalê bû.

Di dewama daxuyaniyê de Rêveberiyê ev eşkere kirin: “Li wir li ser rewşa Kurdên Êzîdî hinek xebat meşandin. Xebatên wê yên di vî warî de weke bername di televîzyona me de hatin weşandin.”

Rêveberiya Stêrk TV destnîşan kir ku piştî xebatên xwe qedandin li vegerê 19'ê Gulanê nava rojê saet 15.00'an  li devera Suhêlê ku dikeve navbera Şengal û bajarê Duhokê ji aliyê asayîşa Herêmê ve hat binçavkirin, wiha domand: “Lê belê heya niha der barê binçavkirinê de ti agahî bi raya giştî re nehatiye parvekirin. Ji vê sedemê fikarên me yên derbarê hevala me ya rojnamevan de zêde bûn.”

Rêveberiya Stêrk TV di dawiya daxuyaniyê de helwestên PDK’ê yên li hember çapemeniya azad şermezar kir, ev bang kir:  “Em weke rêveberiya televîzyonê vê helwesta li dijî ragihandina azad şermezar dikin. Ji rayedar û berpirsan daxwaz dikin xebatkara Sterk tv Gazal Kizilboga di bin çavan de demek berî demekê were berdan. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên ragihandin-çapemeniyê yên navnetewî dikin ji bo Gazal Kizilboga piştgiriyê bidin û derhal bikevin nava tevgerê.”