Çeteyên SÛK’ê êrîşî Şêx Meqsûdê dikin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên SÛK’ê bi topên cehennnemê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên SÛK’ê bi topên cehennnemê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku heman rojê hêzên YPG’ê jî li hember çeteyan çalakî li dar xistine, got: “Qasî ku hatiye zelalkirin çeteyek hate kuştin.”

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, ragihand ku êrîşên li dijî Şêx Meqsûdê didomin. Navenda Çapemeniya YPG’ê di daxuyaniyê de ev gotin:  “Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Sûriyeyê (SÛK) de tevdigerin wekî Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

Komên çeteyan, 19’ê Gulanê bi topên cehennem û hewanê êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin. Heman rojê hêzên me jî di êrîşa li dijî komên çeteyan de qasî ku hate zelalkirin çeteyek kuştiye.

19’ê Gulanê saet 10.00’an, 18.00-19.00’an û 23.00-24.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran ve sê êrîşên cuda li hember bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê li dar xistin.

Di êvara heman rojê de komek çeteyan ava Feratê derbas kirin û hewl dan bikevin bajarokê Şêxlerê. Piştî destwerdana hêzên me, komên çete neçar mane vekişin. Di vê mudaxeleyê de qasî ku hate tespîtkirin çeteyek hate kuştin.

19’ê Gulanê saet 10.00-15.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran ve êrîşî rojhilat û rojavayê bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê kirine.”