Gerîlayê HPG’ê Mehmet Çelîk, li Wanê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Mehmet Çelîk ê ku di şerê li gundê Malabado ya Hewêla Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû, li Elbakê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin.
Gerîlayê HPG'ê Mehmet Çelîk ê ku di şerê li gundê Malabado ya Hewêla Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû, li Elbakê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Çelîk (Xemgîn Wan) ê ku di şerê 12'ê Gulanê li gundê Malabado ya navçeya Hewêl a Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî karên fermî yên li Sêrtê anîn navçeya Elbakê ya Wanê. Cenazeyê Çelîk, di ketina Taxa Soredêrê de li ser rêya Bebleşînê ji aliyê bi sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û anîn mizgefta taxê. Piştî nimêja cenazeyê ya li mizgeftê, bi hezaran welatî darbesta Çelîk dan ser milan û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û li gel tililiyan ber bi goristana taxê ve meşiyan. Cenazeyê Çelîk li vir bi tilîliyan spartin axê.
Piştî definkirinê, rêveberê MEYA-DER'a Wanê Îdrîs Şaybak axaftinek kurt kir û got "Ji ber ku zilm qebûl nekirin û ji bo nifşên piştî me vê zilmê nejîn ciwanên me her roj canê xwe didin." Bavê Çelîk Gurgîn Çelîk jî bi hemû dilsoziya xwe ve girêdana xwe ya bi têkoşîna azadiyê re anî ziman û wiha axivî: "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Eger rondikên çavên min tên xwarê biborin, ji ber êşa zarok e. Ji ber ku min kurê xwe zû wenda kir, ez li ber dikevim. An na kurê min ji xwe ji bo vê rêyê çibû."