Gerîlayê HPG’ê Eren Top, li Dersîmê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Eren Top ê di bomberdûmana li Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, li warê wî Dersîmê hate definkirin.
Gerîlayê HPG’ê Eren Top ê di bomberdûmana li Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, li warê wî Dersîmê hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Eren Top (Sefkan Dersim) li Dersimê hate definkirin. Xaltîka Eren, Gûlşen Gûder a darbesta xwarziyê xwe hilgirt wiha got: "Sefkan Dersîm nemir e. Bila hemû kes bi vî rengî bizanibe. Ew bû mînakên qehremanan. Tirsonek her roj dimirin, qehreman nemirin."
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Eren Top (Sefkan Dersim) ê li Geliyê Roj ê Dersimê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn Dersimê. Di merasîma ku li Mala Cem a Dersîmê hate kirin de xizm û malbata Eren lorandin û zêmar gotin. Dema ku cenaze anîn Mala Cem, xaltîka Eren Gûlşen Gûder nîşaneya serkeftinê kir û wiha got: "Ew qehreman e. Qehreman destanan dinivîsînin. Qehremanên ku mora xwe li dîrokê didin nemir in. Sefkan Dersîm nemir e. Bila hemû kes bi vî rengî bizanibe. Ew bû mînakên qehremanan. Tirsonek her roj dimirin, qehreman nemirin."
Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Dersimê Mehmet Alî Bul axivî û wiha got: "Di pêvajoya aştiyê de cenaze nedihatin. Li Tirkiyeyê ji bo gelan hêviyek derket holê. Piştî gotinên Davutoglu yên em ê paqij bikin, biqedînin armanca serokwezîrê ku guherandin jî bû şer. Em kesên ku aştiyê dixwazin divê dengê xwe bilindtir bikin û eniya demokrasî û aştiyê xurt bikin û pêşiya şer bigirin. Bila serê gelê me sax be."
Piştî axaftinan girse li pey wesayîta cenaze bi pankarta "Sefkan Dersîm nemir e" heta Goristana Asrî ya Dersimê meşiyan û di meşê de dirûşmeyên "Sefkan Dersim dijî, PKK şer dike" berz kirin. Polîsan bi TOMA'yan ve pêşiya gel qut kirin û xwestin pankart bê daxistin. Girseyê qebûl nekir û meşa xwe domandin. Li ser vê polîs mecbûr man vekişin.
Cenazeyê Eren Top piştre li betaniya şervanê YPG’ê Huseyîn Tutuman (Gabar Dersîm) ê di 17'ê Gulana 2015'an de li bajaroka Tîl Temîr a Rojava jiyana xwe ji dest dabû pêçan û bi vî rengî hate definkirin.
Piştî duayên hatin kirin, xaltîka Eren Top bi zemarên ku gotin kesên beşdarî merasîmê bûn hestewar kir. Ji bo Eren Top wê roja yekşemê li Mala Cem a Dersîmê sersaxî bên qebûlkirin.