Koma HDP’ê ji bo nirxandina rewşê kom bû

Piştî pêşniyara derbeyê ya ku AKP’ê anîbû bi 376 dengan hate qebûlkirin, HDP’e ji bo nirxandinên destpêkê li hev kom bû.

Piştî pêşniyara derbeyê ya ku AKP’ê anîbû û bi tifaqa dijberiya Kurdan bi desteka CHP û MHP’ê jî bi 376 dengan hate qebûlkirin, HDP’e ji bo nirxandinên destpêkê li hev kom bû. Koma girtî ya di serokatiya Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de kom bû, wê têkîldarî pêşniyara derbeyê nirxandinan bikin.

Li ser polîtîkayên ji niha û şûnde bên şopandinê wê gotûbêj bêne kirin. Tê payîn ku piştî civînê daxuyanî bê dayîn.

Civîna yekemîn a nirxandinan hê jî didome, sibehê HDP’e, dawiya hefteyê hem Meclîsa Partî hem jî Desteya Rêveberiya Navendî wê kom bibin û têkîldarî polîtîkayên bên şopandin wê nîqaş bêne meşandin.