Derbe li Wanê hate protestokirin: Em ê hê xurtir bên!

Derbeya Qesr/AKP’ê ya li hember HDP’ê, li Wanê hate protestokirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku wê kevneşopiya siyaseta Kurd ji vê merheleyê hê bi hêztir derkeve, banga xwedîderketina îradeya gel hate kirin.

Derbeya Qesr/AKP’ê ya li hember HDP’ê, li Wanê hate protestokirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku wê kevneşopiya siyaseta Kurd ji vê merheleyê hê bi hêztir derkeve, banga xwedîderketina îradeya gel hate kirin.

Qebûlkirina guhertina qanûnê ya têkîldarî destlênedanên parlamenterên HDP’ê li Wanê bi daxuyaniyek çapemeniyê hate protestokirin.

Di çalakiya bi banga rêxistinên HDP/DBP’a Wanê li Parka Feqiyê Teyran pêk hat de Wekîlên Hevserokên DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Metîn Kûtaz, Hevserokên HDP’a Wanê Yakûp Ataş, Gulîstan Orhan, rêveberên MEYA-DER a Wanê, TÛYAD-DER’ê, Kurdî-Derê, hevşaredarên navçeyan, rêxistinên HDP,DBP’ê, aktîvîstên KJA û Dayikên Aştiyê û her wiha komek qelebalix amade bûn.

Cîgirê Hevserokê HDP’a Wanê Serkan Arslan daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku derbeya hikûmeta AKP’ê ya ji 7’ê Hezîranê ve destpê kiriye didome, got: “Hikûmeta AKP’ê herî dawî bi rakirina destlênedanên parlamenterên me yên îradeya 6 mîlyonan e, hewl dide îradeya gelê me bişkîne.”

Arslan diyar kir ku wê li hember îradeya gel ti hêz nikaribe bisekine û mînakên Serokkomar û Serokwezîrên Tirk ên dîroka dewleta Tirk nîşan da, got: “Tansû Çîller çawa çû, wê Erdogan jî wisa biçe. Em careke din bang li Erdogan ê ku li gor nêrîna wî wê bi van kiryarên antî-demokratîk ve sîstema Serokatiyê bîne dikin, em dîsa te nakin serok.”

 ‘DIVÊ GELÊ ME LI ÎRADEYA XWE XWEDÎ DERKEVE’

Arslan herî dawî got wê li kolan, cadeyan, mal, tax û gundan bersiva van kesên ku pêşiya siyaseta demokratîk digirin bidin, got: “Em vê biryara îro li meclîsê hate girtin û wek qirêjekê derbasî dîrokê bû şermezar dikin. Em bêzar nebûn, em ê nebin! Li dijî derbeya Qesrê, ji bo xwedîderketina îradeya gelê xwe em bang li tevahî gelê xwe dikin, hişyar bin û xwedî li îradeya xwe derkevin.”

Piştî daxuyaniyê, girse bi dirûşmeyên “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin” ve belav bû.

 

...