Çeteyên SÛK’ê li Şêx Meqsûdê zarokekî 14 salî qetil kirin
Çeteyên SÛK û ENKS’ê îro careke din bi fûze, topên cehennem û çekên giran êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin û zaroka 14 salî Lela Seîd qetil kirin.

Çeteyên SÛK û ENKS’ê yên li Eşrefiyê û Seken El-Şebabî bi cih bûne, îro careke din êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin.
Çeteyên SÛK û ENKS’ê îro derdora 17.00’an careke din bi hewan, katyûşa, topên cehennemê û çekên giran ve êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin û zaroka 14 salî Leyla Seîd qetil kirin, 5 sivîl jî birîndar kirin.
Navê 3 sivîlên ku di êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê yên li hember taxê de birîndar bûne wiha ne: İmen Seid, Fatma Seid, Abdurrahman Seid. Navê her du birîndarên din hê nehat zelalkirin.
Hate hînbûn ku Leyla Seîd û Îmen Seîd xwişk in, Abdûrrahman Seîd jî bavê wan in.
Êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê yên li hember Taxa Şêx Meqsûdê niha jî didomin.