Ji Yuksekdag ji bo polîsan: Hûn ê canê me bigirin, bicehemin!
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag wiha bertek nîşanî polîsan da: “Ji bo hê zêdetir can bistînin hûn li vir rawestayîne. Eger we ruh divê werin ruhê me bistînin û ji vir bicehmimin.”
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag wiha bertek nîşanî polîsan da: “Ji bo hê zêdetir can bistînin hûn li vir rawestayîne. Eger we ruh divê werin ruhê me bistînin û ji vir bicehmimin.”
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag pêşî li polîsên ku derdora şaredariya Qoserê dorpêç kirine û ji bo birîndarên li hundir binçav bikin xwe amade kirine girt û wiha got: “Ji bo hê zêdetir can bistînin hûn li vir rawestayîne. Eger we ruh divê werin ruhê me bistînin û ji vir bicehmimin.”
Çeteyên Qesrê yên li navçeya Qoserê êrîşî mîtînga bi dirûşmeya "Li dijî darbeyê hevdîtina gel a demokratîk" dixwestin li dar bixin kirin, Şaredariya Qoserê dorpêç kirin û dixwazin birîndarên di hundêrê avahiyê de binçav bikin. Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP’ê yên yên ku ji hundêrê avahiyê hatin pêşiya şaredariyê, pêşiya polîsên ku xwestin birîndarên di hundir de bigirin bû mertal.
Yuksekdag a ku bi amîrê polîsan re axivî, bertek nîşanî hewldana binçavkirinê ya polîsan da û wiha got: “Ji bo hê zêdetir can bistînin hûn li vir rawestayîne. Em jî ji bo ku hûn hê zêdetir qetil nekin li vir amade bûne. Eger we ruhê me divê werin ruhê me bistînin û ji vir bicehmimin. Ruhê me bigirin û bicehenimin, biçin. Ti navê van hewldan û kiryarên we yên hov nîne. Bi dehan kes we binçav kirin. Welatiyên birîndar û bêçare hûn ê bi binçavkirinê çi lê bikin. Hêz û qûdreta we ev e. Gelo dewlet ev e? Erê dewlet ev e.”