Qesr/AKP a ku bi piştgiriya CHP û MHP’ê “Qanûna Derbeyê” ya li dijî HDP’ê pêşxistî, li Wanê û Hezexê hate protestokirin.
WAN
Di civîna ji aliyê endamên ÎHD’ê ya li avahiya komeleyê de Serokê Şaxê Mûrat Melet axivî û diyar kir ku Tirkiye ji hilbijartina 7’ê Hezîranê ve ketiye nava şîdetê . Melet wiha got: “Piştî van hemû kiryaran jî bi rakirina destlênedayîna parlementerên me dixwazin welat ber bi aloziyên dijwar ve bibin.”
Melet, pêvajoya destlênedayîna perlamenterên DEP’ê yên sala 1994’an bi bîr xist û wiha axivî: “ Wê demê bi zeîfbûna hêviya çareseriya siyasî ya gel re şer zêde bû, bi rakirina destlênedayîna perlamenteran û şandina girtîgehan re welat ti tişt qezeç nekir, berevajî pirsgirêka Kurd hê kûrtir kir û çareserî xistin nava zehmetiyên hê girantir. Îro jî weke sala 1994’an bikin, lê diyar e ku ev wê encameke hê kûrtir û dijwartir bi xwe re bîne.”
QELQELÎ
Li navçeya Qelqeliyê jî di pêşengtiya rêxistinên HDP’ê û DBP’ê de xwepêşandaneke protestoyî hate lidarxistin. Girseya ku beşdarî çalakiyê bû pankarta “Dest nede wekîl û vîna min” hilgirtin û dirûşmeyên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” qîr kirin.
Di çalakiyê de Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Recep Ceylanci daxuyaniya çepemeniyê xwend û peyamên pêwîstiya xwedîderketina vînê da û wiha got: “Em ê têkoşîna vî gelî bidomînin.”
HEZEX
Li Hezexê ji aliyê rêxistina HDP û DBP’ê ya bajêr li pêşiya avahiya DBP’ê ya bajêr çalakiyek hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Hasan Sefa daxuyaniya çapemeniyê xwend û anî ziman ku CHP’ê bi dengê xwe yên ji bo rakirina destlênedayîna parlamenteran ve piştgiriya bisazîbûna derbeyê daye.
Sefa wiha got: “Di dîroka siyasî ya Tirkiye de îro weke nuqteyekî reş dimîne. Li Meclîsê AKP’ê bi piştgiriya dengên CHP û MHP’ê bi 376 dengan , derbe li vîn û nûnerên gelan dan. CHP’ê bi dengên xwe piştgiriya sazîbûna derbeyê da. Ji niha û şûn de her pêşketinên neyînî yên ku li Tirkiyeyê biqewimin CHP jî jê berpirsyar e.”
Safa diyar kir ku HDP bawerî û nasmaneyên gelên cuda yên li Meclîsê temsîl dike û wiha axivî: “Em ê li dijî derbeya Qesrê nûnertiya xwe ya li meclîs û siyaseta demokratîk heta dawiyê biparêzin. Parlemento ne malê hişmendiya faşîst û nîjadî ye. Cihekî ku vîna gelan temsîl dike. Em bi dengên gel û hilbijartinê hatine parlemetoyê. HDP li Meclîsê nûnertiya gel û baweriyên gelên cuda yên li Tirkiyeyê dike.”