YPG: Li Şêx Meqsûdê 4 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di êrîşa çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê ya li hemeberî taxa Şêx Meqsûd de, li ser bersiva YPG/YPJ'ê, 4 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di êrîşa çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê ya li hemeberî taxa Şêx Meqsûd de, li ser bersiva YPG/YPJ'ê, 4 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên dawî yên çeteyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI TAXA ŞÊX MEQSÛDÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de li ser êrîşên lihemberî Şêx Meqsûd tên kirin hat gotin, "Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike.

Komên çeteyan 22 û 23'ê Gulanê li dijî taxa Şêx Meqsûd çend êrîşên cuda lidarxistin. Hêzên me bersivên tund dan û di navbera çeteyan û hêzên me de şerekî dijwar rû da. Di vî şerî de  bi qasî hat zelalkirin 4 endamê çeteyan hatin kuştin."

ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YÊN LI HEMBERÎ DERDORA KANTONA KOBANÊ

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê 22'ê Gulanê saet 13.00'an de û 23'ê Gulanê saet di navbera 22.00 û 22.30'an de ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser bajarokê Şêxler ê Kobanê. 

Çeteyên DAIŞ'ê 22ê Gulanê saet di navbera 18.00 û 20.00'an, 23'ê Gulanê saet 01.00'an û saet 13.00'an de bi çekên giran sê êrîşên cuda birin ser rojhilatê bendava Tişrînê ya Kobanê.

Çeteyên DAIŞ'ê 23'ê Gulanê saet di navbera 21.00 û 23.00'an de jî bi çekên giran êrîş birin rojavayê başûrê bendava Tişrîn.

23'ê Gulanê saet 09.00, 14.00 û di navbera saetên 17.30 û 18.00'an de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran sê êrîşên cuda birin ser gund û pira Qereqozax a rojavayê başûr a Kobanê."