Polîsên Tirk dîsa Şaredariya Qoserê dorpêç kirin

Çeteyên Qesrê yên li navçeya Qoserê êrîşî mîtînga bi dirûşmeya "Li dijî darbeyê hevdîtina gel a demokratîk" kirin cara duyem Şaredariya Qoserê dorpêç kirin.

Çeteyên Qesrê yên li navçeya Qoserê êrîşî mîtînga bi dirûşmeya "Li dijî darbeyê hevdîtina gel a demokratîk" kirin cara duyem Şaredariya Qoserê dorpêç kirin.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, mîtînga ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, wekîlên HDP’ê, hevşaredarên DBP’ê, hevserokên HDP û DBP’ê tevlî bûn, beriya destpê bike, polîsan êrîş kirinê.

Polîsên ku êrîşî mîtînga wê li hewşa Şaredariya Qoserê bihata lidarxistin kirin, deriyê ketinê yê şaredariyê jî şkandin û ketin hundir. Polîsan gelek kesên xwe avêtibûn avahiya şaredariyê bi derbkirinê binçav kirin.

Polîsên Tirk ên piştî êrîş û binçavkirinan ji avahiyê dûr ketibûn, niha careke din bi wesayîtên zirxî û bi dehan polîsan ve avahiya Şaredariya Qoserê dorpêç kirine. Polîsan du otobusên mezin jî anîne hewşa avahiya şaredariyê, ji bo yên di hundirê avahiya şaredariyê de binçav bike, amadekariyên xwe yên ketine hundir dike.

Wekîlên HDP’ê yên li avahiya şaredariyê jî ji bo vê serdegirtina polîsan asteng bike, bi amirên polîsan ên li hewşê re daxivin.

...