KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Doza ku siyasetmedarên Kurd tên darizandin hat taloqkirin
Rûniştina duyemîn a doza der heqê 23 siyasetmedarên Kurd bi dawî bû. Di rûniştinê de daxwaza dermankirinê ya Çagan hate redkirin. -
YPS: 10 çeteyên Qesrê hatin kuştin, tankek hate derbkirin
Di çalakiyên YPS/YPS-JIN’ê yên li Şirnexê de herî kêm 10 çeteyên Qesrê hatin kuştin, tankek jî hate derbkirin. -
HPG: Di çalakiyên li Şirnexê de 3 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Starê yên li Şirnexê de qasî hatin tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. -
QSD: 8 çete hatin kuştin, 2 maşîne û topek hatin rûxandin
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk têkîldarî operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê agahî da, diyar kir ku 8 çete hatine kuştin, 2 maşîne û topek hatine rûxandin. -
Di çalakiya fedaî ya li hemberî qereqola Axê de 20 leşker û kontra hatin kuştin
HPG'ê da xuyakirin, di çalakiya fedaî ya bi wesayîta bombebarkirî li hemberî qereqola Axê hat kirin de, 20 leşker û kontra hatine kuştin, 15 leşker jî birîndar bûne. -
Balafirên şer ên Tirk li ser Garê, Metîna û Heftanînê digerin
Li ser Garê, Metîna û Heftanînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, balafirên şer ên dewleta Tirk digerin. -
TŞYG: Li Dersîmê 4 tîmên taybet hatin kuştin
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir, di çalakiya li Dersîmê ya li dijî tîmên taybet de 4 leşker hatine kuştin. -
YPG: Êrîşên komên çete û artêşa Tirk dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser êrîşên komên çete û artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahî da. -
Hewlêrî wê ji bo azadiya Ocalan bimeşin
Şêniyên Hewlêrê, wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibe ber bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve bimeşin. -
Êrîşên qirkirinê yên li Şirnexê dewam dikin
Çeteyên Qesrê ji maşînên zirxî bombeyan li malên li Şirnexê dibarînin. Di nava pênc rojên dawî de bi sedan xanî hatin şewitandin. -
Li Nisêbînê bomberdûman didome
Tevî ku YPS'ê hemû hêzên xwe ji Nisebînê vekişandiye, çeteyên Qesrê hê jî qadên sivîl lê dijîn bomberdûman dikin. -
Komalên Ciwan: Divê ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo biryarên radîkal bigirin
Ji Koordînasyona Komalên Ciwan Manî Awyer axaftina vekirinê ya Konferansa Tevgera Ciwanên Welatparêz kir û got, "Em bi biryar in, heta dilopa dawî ya xwîna xwe gelê xwe biparêzin." -
Şehîdên meha Gulanê li Frankfûrtê hatin bîranîn
Şehîdên meha Gulanê li Frankfûrtê hatin bîranîn. Di bîranînê de banga xurtkirina têkoşîn û rêxistinbûyînê hat kirin. -
Kalkan: Rizgariya me di destê me de ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, têkoşîna tê meşandin ji bo Kurdan têkoşîna hebûn û azadiyê ye û got, "Divê mirov ji devereke din ne li hêviya rizgariyê bin. Rizgariya me di destê me de ye." -
Şervanên YPJ'ê: Em li dijî gemara hezaran salan şer dikin
"Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê" ya QSD'ê dewam dike. Ji pêkhateyên QSD'ê şervanên YPJ'ê Binevş Tolhildan û Zîlan Herekol ji ANF'ê re axivîn. -
Berxwedana bi heybet a Nisêbînê, hikûmet hilweşand
Nisêbîna berxwedêr, tevî êrîşên bi balafirên şer, tank û topan jî têk neçû û bû tirsa dilê Erdogan. Havîna dewletê kir zivistan! -
Konferansa Tevgera Ciwanên Welatparêz li Kerkûkê destpê kir
Konferansa Tevgera Ciwanên Welatparêz, danê vê sibehê li Kerkûkê destpê kir. -
'Armanca sîstema me azadî, biratî û edalet e'
Komîteya amadekar a peymana civakî ya Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê diyar kir, peyman pirsgirêkên li Rojava û Sûriyeyê tespît dike û bi xurtî çareser dike. -
Bayik: Kurd aşiqê azadiyê ne; ti carî ji têkoşînê venagerin
Bayik da xuyakirin, ku Erdogan/AKP'ê parlament, hikûmet û hemû saziyên dewletê li gorî kûrkirina şer amade kiriye û got, "Zarokên gelê Kurd aşiqê azadiyê ne... Ne tank, top, ne jî balafir nikarin bi wan. Têkoşîna gelê Kurd mezintir dibe." -
TMMOB: Cih û berhemên dîrokî ji raya giştî tên veşartin
Hevserokê TMMOB'ê yê Êlihê Mûharrem Tuzun da xuyakirin, ku cih û berhemên dîrokî yên di kolandinên li Heskîfê de nû derketine holê, ji raya giştî tên veşartin. -
Li Rihayê polîtîkaya çavtirsandin û bêdengkirinê
Hevseroka ÎHD'ê ya Rihayê Nahîde Polat diyar kir, hewl tê dayîn înfazên di dema dawî de li bajêr tên kirin rewa werin nîşandan û anî ziman, bi îşkence û zexta di binê çavan de tê kirin, polîtîkaya çavtirsandin û bêdengkirinê tê meşandin. -
Di roja sêyemîn a operasyona Reqqayê de çi qewimîn?
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li hemberî bakurê 'paytexta xîlafetê' ya çeteyên DAIŞ'ê Reqqayê dest bi operasyona rizgarkirinê kirine, di roja sêyemîn de gav bi gav bi pêş de diçin. -
DAIŞ rê nade ku Reqayî ji bajêr derkevin
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li beramberî pêşketina şervanên QSD’ê yên ber bi Bakurê Reqayê ve diçin ketine panîkê, ji bajêr direvin. Li aliyê din çeteyên ku li bajêr jî rê nadin ku welatiyên sivîl ji bajêr derkevin. -
Li nêzîkî navenda Wanê şer
Li derdora Çiyayê Erekê ya li navenda Wanê dengê teqîn û çekan bilind bû. -
Artêşa Iraqê ji bo navenda Felûceyê dest bi tevgerê kirin
Wezareta Parastinê ya Iraqê diyar kir ku weke gava duyemîn a operasyona rizgarkirina Felûceyê, ji bo rizgarkirina navenda bajar dest bi tevgerê kirin.