Bayik: Kurd aşiqê azadiyê ne; ti carî ji têkoşînê venagerin

Bayik da xuyakirin, ku Erdogan/AKP'ê parlament, hikûmet û hemû saziyên dewletê li gorî kûrkirina şer amade kiriye û got, "Zarokên gelê Kurd aşiqê azadiyê ne... Ne tank, top, ne jî balafir nikarin bi wan. Têkoşîna gelê Kurd mezintir dibe."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV'yê de mijarên di rojevê de nirxand.

Bayik bal kişand ser biryara rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, ku bi fermana Erdogan û bi hevkariya AKP, MHP û CHP'ê hat wergirtin û destnîşan kir, ku bi vê biryarê re mesaja "Em naxwazin Kurd, hêzên demokrasiyê, hêzên çep li parlamentê hebin" hatiye dayîn.

Bayik diyar kir, AKP, CHP û MHP'ê bi vê biryarê ve nîşan dan ku ew naxwazin Kurd û hêzên demokrasiyê ne li parlamentê û ne jî li şaredariyan hebin û got, "Vê yekê dibêjin, 'Ya hûnê bibin koleyên me, yan jî mafê we yê jiyana fîzîkî jî nîne' Ev siyaseta parçekirinê ye. HDP ji bo Tirkiyeyê şenseke mezin bû. Pêwîste hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin û cihê xwe li cem HDP'ê bigirin." Bayik destnîşan kir, ku parlament li gorî şer hatiye birêxistinkirin. 

'RASTIYA ERDOGAN RASTIYA DARBEYÊ YE'

Bayik di herikîna bernameyê de rastiya Erdogan vegot û destnîşan kir, ku Erdogan darbeyê îfade dike. 

Bayik di vê der barê de, ev tespît kir:

"Erdogan darbeyê li ser darbeyan dike. Berê ji Kaddafî, Beşar Esad û Malîkî digot birayê min e, bi wan re civîn çêdikir û biryarên hevpar werdigirtin. Li hemberî van hemûyan darbe kir, dan aliyekî. Bi Fethûllah Gulen re tevgeriya piştre li hemberî wî jî darbe kir. Di nava AKP'ê de jî yên xwedî ked danî aliyekî. Bingeha Îslamî hebû, ku vê Erdogan anî ser desthilatdariyê, li dijî wan jî darbe pêk anî. Çawa ku DAIŞ derbeke mezin li Îslamiyete dide, Erdogan jî derbeke mezin li Îslamiyetê dixe. Herî dawî darbe li Davûtoglû kir. Yanî rastiya Erdogan rastiya darbeyê ye. Vê yekê jî ji bo armancên xwe dike. Dixwaze xwe bike Sûltan. Li pêşî wî çi astengî hebe, li hemberî wan darbeyê dike. Erdogan ji bo hedefên xwe her tiştî dike qurban. Erdogan her kesî ji bo xwe bi kar tîne, pştre jî darbeyê li wan dike. Vê siyasetê hem li hundir hem li derve dimeşîne. Ev siyaset di heman demê de dora Erdogan teng dike û wî ber bi mirinê ve dibe. Darbeyan li ser darbeyan dike, ku dîktatoriya xwe garantî bike. Lê di heman demê de cih li xwe teng dike û dawiya xwe tîne."

'ERDOGAN DIXWAZE PARLAMENTÊ BIKE PARLAMENTA ŞER'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku Erdogan ji bo bicihanîna armancên xwe, hem li Tirkiyeyê hem li derveyî Tirkiyeyê şer esas digire û got, "Erdogan di hemû gavên xwe de heta niha ti encam negirt. Ji bo encamgirtinê jî dixwaze şer girantir bike. Bi vê armancê her tiştî li gorî şer rêk û pêk dike. Parlamentê dixwaze bike parlamenta şer. Dixwaze hikûmetê li gorî şer amade bike. Ji bo pêşî li têkçûna xwe bigire, şer kûrtir dike. Bînalî Yildirim ji bo vê yekê anî. Yildirim ji xwe mirovekî girêdayî Erdogan e. Lewma li Tirkiyeyê her ku diçe wê şer mezin bibe. Dijderketina li vî şerî jî bi mezinkirina têkoşîna demokrasiyê dibe. Divê hêzên demokrasiyê eniyeke berfireh mezin bike."

YPS ÎNSANIYETÊ TESMÎL DIKE

Bayik li dijî vî şerê Erdogan dimeşîne, işaret bi berxwedana YPS'ê kir û got, "Ez şervanên YPS'ê silav dikim. Ew qehremaniyê dikin. Ew pêşengiya berxwedana li dijî dîktatorî faşîzmê dimeşîne. Ruh didin her kesî. Ji bo vê canê xwe didin. Ew destanê dinivîsînin. Ew qehremaniyeke dîrokî ji bo tevahiya gelên Tirkiykeyê û însaniyetê dafrînin. Ew însaniyetê temsîl dikin. Gelê me gelekî qehreman e.

Ji ber ku berxwedan berxwedaneke dîrokî ye, pîvanên fedaîtiyê bilindkirin, nehiştin planên qirkirinê bi ser keve, rejîm, Erdogan/AKP ketin zor û zehmetiyê. Di nava gelek zehmetiyan de ne. Eger di nava AKP'ê de dengên cuda derdikeve, ev encama vê berxwedanê ye."

'ZAROKÊN GELÊ KURD AŞIQÊ AZADIYÊ NE'

Bayik diyar kir, ji ber ku zarokên gelê Kurd pêşî li van planên Erdogan digirin, Erdogan/AKP bi hemû derfetên xwe bi ser wan de diçin û wiha dewam kir: "Di destpêkê de polîsên taybet şandin. Ew nebû jendermeyên taybet şandin. Piştre artêş şandin, dûre DAIŞ, El Nûsra bi kar anîn. Şerekî psîkolojîk meşand, dîsa encam negirtin. Top, tank xistin dewrê, ev jî nebû. Niha jî balafirên şer, çekên kîmyewî û fosfor bi kar tînin. Gihandin vê astê. Yanî çi çek di destê wan de hene, hemûyan bi kar tînin. Her ku hemû derfetan bi kar tînin, sûcên wan ên însaniyetê jî mezin dibe. Dikevin nava çiravê. Bi vê dixwaze çavên her kesî bitirsîne. Lê belê, zarokên gelê Kurd aşiqê azadiyê ne. Li nasnameya xwe, li nirxên xwe xwedî derdikevin. Dibêjin yan jiyaneke bi azadî yan jî na. Ji ber vê yekê ne tank, top, ne jî balafir nikarin bi wan gav paşde bavêje. Têkoşîna gelê Kurd mezintir dibe." 

'DIVÊ KURD CIH Û WARÊN XWE NETERIKÎNIN, NEKEVIN NAVA QUTIYÊN TOKÎ'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser xeter dek û dolabên dewleta Tirk ên ji bo guhertina demografiya Kurdistanê û ev hişyarî da:

"Dixwazin faşîstan, Ereban, li cihê Kurdan bi cih bikin. Dixwazin Kurdan têxin nava avahiyên TOKÎ, têxin nava nîv hepsê. Divê bi xurtî li hemberî vê bisekine. Bila kes neçe nebêje 'ka pere bide'. Divê kes xwe teslîm neke. Wan bi zanebûn xera kirin, hilweşandin, koçberiyê dikin. Bi çend qurişan dixwazin gel bixapînin, bişînin cihekî din û li şûna wan faşîstan û koçberan bicih bikin. Yanî dixwaze demografiya Kurdistanê biguherînin. Divê Kurd vê qebûl neke. Kurd gelekî xwedî şeref e, aşiqê azadiyê ye. Divê van pêkanîna qebûl neke. Kes nekeve wan qutiyên TOKI'yê. Divê kes erdê xwe, xaniyên xwe bi pere nede wan. Nede Kurdên wan ên bêşeref. Dixwazin tiştên anîne serê Kurdan bi Kurdan bidin qebûlkirin. Mimkune birçî bimîne, lê divê tawîzê ji azadiya xwe nede. Bostek ji axa xwe tawîz nede."

'NIKARIN PÊŞÎ LI FEDERASYONA DEMOKRATÎK A BAKURÊ SÛRIYEYÊ BIGIRIN'

Bayik li ser hewldanên Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê yên avakirina 'Artêşa Şîmal' a ji komên çete yên li herêma Şehbayê, ev nirxandin kir.

"Bi navê artêşa Şimal birêxistinkirina artêşekê, taktîkî ye. Ev yek li hemberî federasyona demokratîk e. Dixwazin pêşî li vê bigirin. Federasyona Demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê ji bo çareseriya tevahiya pirsgirêkên Sûriyeyê ye. Modela çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê ye. Ev bingeha nû ya Sûriyeyê ye. Ev dîtin û dixwazin pêşî li vê bigirin. Ji ber vê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar bi navê artêşa Bakurê Sûriyeyê dixwazin gavekê bavêje. Di nava vê de Ehrar El Şam, Nûsra, yanî komên ser bi Tirkiyeyê hene. Yekbûna van di bin vî navî de tiştekî nû dernaxîne holê. Tirkiye, MÎT van koordîne dikin. Şerê van jî li dijî Kurdan e, li dijî hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ne. Li derve kî bixwaze çi hêzê bi pêş bixe, nikare bi pêş bixe. Heta ne li erdê Sûriyeyê be, hêzek dernakeve holê. Ew nikarin pêşî li federasyona bakurê Sûriyeyê bigirin. Di nava vê artêşa Bakur de ENKS jî heye. ENSK jî ne wek berê ye. Niha bi tenê yên girêdayî PDK'ê hene. Ji berê ve bi PDK û Tirkiyeyê re dixebite. Dixwaze wan di ser Tirkiyeyê re têxin Ezaz, Cerablûs, Minbic, Helebê. Bi vî rengî derbê li Kurdan bixin. Kurdan bê tesîr bikin. Ku vê derê bixe xizmeta Tirkiyeyê. Niha Amerîka jî hem wan îdare dike, hem YPG, PYD îdare dike, dixwaze bi vî rengî xwe xurt bike. Ev siyaset bêhtir xizmetê Tirkiyeyê dike. Ew komên girêdayî Tirkiyeyê xurt dike. El Nûsra, Ehrar El Şam ne li derveyî DAIŞ'ê ne. Çekên ji wan re diçin, dikevin destê DAIŞ'ê."

'TIFAQA YNK-GORAN GAVEKE BAŞ E'

Bayik li ser pirsgirêkên giran ên li Başûrê Kurdistanê diyar kir, sîstem hilweşiya ye, lewma pirsgirêkên aborî, siyasî, leşkerî û civakî giran bûne.

Bayik got, "Nikarin van pirsgirêkan jî çareser bikin. Destê derve, yê Tirkiyeyê, Îranê di van pirsgirêkan de heye. Li qada Iraqê ev şer dikin. Eger ev pirsgirêk hebin, bi van hene. Eger sîstemeke demokratîk hebûya, ji derve ve mudaxle nikarîbû bihata kirin. Lewma ne diyar e Iraq, Başûrê Kurdistanê ber bi ku ve diçe ne diyar e. PDK dibêje em ê dewleteke Kurd ava bike. Ev ne rast e. Di nava van şert û mercan de avakirina dewletê ne mumkun e. Ev propaganda ye. Beriya her tiştî divê Başûrê Kurdistanê xwe ji nava van pirsgirêkan derxîne. Eger xwe ji nava van pirsgirêkan dernexîne, wê ya heyî jî bixe nava xeteriyê. Di vê rewşê de YNK Goran tifaq ava kirin. Ev baş e. Dikare demokrasiyê bi pêş bixîne. Dikare pêşî li belavbûnê bigire. Ji ber ku yekîtî û demokrasî dikare pêşî li belavbûnê bigire."

'EM DIXWAZIN HEMÛ PARTIYÊN KURD NÊZÎ HEV BIBIN, YEKÎTIYEKE NETEWEYÎ BÊ AVAKIRIN'

Bayik da xuyakirin, ku dijderketina PDK'ê li vê tifaqa YNK-Goran, ne ya fêmkirinê ey û got, "Ev, rastiya PDK'ê nîşan dide. Yekîtî belavbûnê wê rake, pirsgirêkan çareser bike. Çima PDK ji nêzîkbûna Goran û YNK aciz e? Di bin de diyar e tiştekî din heye. Diyare PDK yekîtiya neteweyî naxwaze. Ji ber ku yekîtiya Kurdan dikeve xizmeta Kurdan. Parçebûna Kurdan zerareke mezin dide Kurdan. Em dixwazin hemû partiyên nêzî hev bibin. Em dixwazin yekîtiyeke neteweyî, stratejiyek, dîploamsiya kurd çê bibe. Hêza leşkerî ya Kurd bibe yek. Ev xizmetê ji Kurdan re dike."

'PDK BI YA ERDOGAN DIKE'

Bayik di dewama axaftina xwe de işaret bi siyaseta heyî ya PDK'ê kir, ku xizmetê ji civaka Kurd re nake û got, "Ji aliyekî ve dibêje; bila Êzidî li hemberî PKK'ê bisekine. Li aliyê din ambargo daniye ser Rojava. Li Bakurê Kurdistanê jî, Erdogan çi dike, ew jî dibêje 'baş e'. Rojekê li dijî Erdogan nesekinî. Mesela; li parlamentê li dijî HDP'ê biryar hat girtin. Kurd hemû li dij derketin, lê PDK deng nekir. Yanî çi li dijî Kurdan hebe, ew li gel wê cih digire." 

Bayik da zanîn, PDK'ê ambargo daniye ser Şengalê û got, "Li Şengalê mirovan digire. Rojnamevanan digire. Mirovên ku digire jî, înkar dike û dibêje ne li cem me ye. Lê belê li ku digire, dibe ku, bi çi rengî lêpirsîn dike, ev hemû tên zanîn. Dijderketina PDK'ê li tifaqa Goran û YNK'ê, pirsgirêkan mezintir dike. Çawa ku Erdogan dora xwe teng dike, PDK jî dora xwe teng dike. Deriyê Sêmalka girtiye. Dibêjin 'Tirkiyeyê ji bo girtina deriyê Sêmalka 200 mîlyon dolar daye PDK'ê'. Ev siyaset xizmetê ji Kurdan re nake. Em ne li dijî têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re ne. Lê belê, ev têkilî divê ne li dijî Kurdan be."